FERİT EDGÜ

Di 1936’an de li Stenbolê hatiye dinê. Hê di nûciwanîya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Piştî lîseya Galatasarayê dest bi beşa resimê ya Zanîngeha Stenbolê kiriye. Ji bo berdewamkirina perwerdahîya xwe çûye Parîsê, şeş salan li wir maye. Gava vegeriyaye ji dêvla leşkerîyê demekê li Hekarîyê mamosteyî kiriye. Ev bûye pêngavek ji bo nivîskarîya wî. Bi hînbûn û serborîya xwe ya li vir romana Kimse(1976) û O/Hakkari’de Bir Mevsim(1977) nivîsandiye. Ji xeynî romanan, çîrok, ceribandin, helbest nivîsandine, werger kirine. Bi taybetî nivîsên wî yên derheq hunera şêwekarîyê de bal kişandine. Bi çîrokên xwe yên pirr kurt bûye serkêşekî çîrokên mînîmal. Bi çîroka Bir Gemide xelata çîrokan a Sait Faik û bi pirtûka Ders Notları xelata TDK’yê, bi romana Eylül’ün Gölgesinde Bir Yazdı xelata Sedat Simavi qezenc kiriye. Di 1977’an de Weşanxaneya Ada ava kiriye. Berhemên wî li gelek zimanan hatine wergerandin.

Ji bilî berhemên wî yên li Weşanxaneya Lîsê hatine çapkirin berhema wî ya bi navê Do Sesi (Dengê Doyê) jî bi Kurdî hatiye weşandin.

FERİT EDGÜ - Yazarın Kitapları

Kapat