Di 1936’an de li Stenbolê hatiye dinê. Hê di nûciwanîya xwe de dest bi
nivîsandinê kiriye. Piştî lîseya Galatasarayê dest bi beşa resimê ya Zanîngeha
Stenbolê kiriye. Ji bo berdewamkirina perwerdahîya xwe çûye Parîsê, şeş salan
li wir maye. Gava vegeriyaye ji dêvla leşkerîyê demekê li Hekarîyê mamosteyî
kiriye. Ev bûye pêngavek ji bo nivîskarîya wî. Bi hînbûn û serborîya xwe ya li
vir romana Kimse(1976) û O/Hakkari’de Bir Mevsim(1977) nivîsandiye. Ji xeynî
romanan, çîrok, ceribandin, helbest nivîsandine, werger kirine. Bi taybetî
nivîsên wî yên derheq hunera şêwekarîyê de bal kişandine. Bi çîrokên xwe yên
pirr kurt bûye serkêşekî çîrokên mînîmal. Bi çîroka Bir Gemide xelata çîrokan
a Sait Faik û bi pirtûka Ders Notları xelata TDK’yê, bi romana Eylül’ün Gölgesinde
Bir Yazdı xelata Sedat Simavi qezenc kiriye. Di 1977’an de Weşanxaneya
Ada ava kiriye. Berhemên wî li gelek zimanan hatine wergerandin.
Ji bilî berhemên wî yên li Weşanxaneya Lîsê hatine çapkirin berhema wî ya bi navê Do
Sesi(Dengê Doyê) jî bi Kurdî hatiye weşandin.