YAQOB TILERMENÎ

Nivîskar û çîroknûs Yaqob Tilermenî, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û berhevî li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê-Fakulteya Perwerdehîyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Ji sala 1995’an û vir ve mamosta bû; lê ji ber qerarnameya di hukmê qanûnê ya hejmara 686’an di Sibata 2017’an de ji mamostetîyê hate derxistin.

Nivîs û çîrokên Tilermenî ji sala 1995’an û vir ve di kovar û rojnameyên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, pêveka Özgür Gündem- Ekgündem, Özgür Politika- Hîwa, Azadiya Welat, Dünyanın Öyküsü, 14 Şubat Dünyanın Öyküsü, Tîroj, Notos, Kovara W û malperên bi navê Mehname, Diyarname, Amîdakurd, Amûde de hatine weşandin.

Yaqob Tilermenî ji bilî karê nivîsînê edîtorî û redaktorîya gelek pirtûkan kiriye û di warê wergerê de jî hewldanên wî hene; heta niha ligel çar pirtûkên wergerê sê şanoname (Dûvpişk a Eşber Yağmurdereli, Yên Di Hundir De ya Melih Cevdet Anday, Du Bûjenên Bîyanî ya Slawomir Mrozek) ji zimanê Tirkî wergerandine Kurdî. Ew bi xwe jî Şanoname û Senaryoyan dinivîse. Şanonameya wî ya bi navê Danişîna Zimanekî di Nîsana 2011’an de xelata duyemînîyê ji “Yekemîn Pêşbazîya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî” ya Şanoya Bajarê Mezin a Amedê wergirtiye. Heta niha derhênerîya senaryoyekê kiriye û bi navê Mezûn weke kurtefîlm kişandiye.

Berhemên wî:

Ferhenga Sirgûnê, Çîrok (Mijdar 2004, Weşanên Lîs)

Kitim, Roman (Îlon 2005, Weşanên Lîs)

 

Hêlange, Roman (Gulan 2016, Weşanên Lîs)

Pizdank, (Weşanên Lîs)

Wergerên wî:

Rojda, Özcan KARABULUT- Çîrok Ji Tirkî (Îlon 2005, Weşanên Lîs)

Cam û Kevir, Şükrü ERBAŞ- Helbest Ji Tirkî, ligel Dîlber HÊMA (2005, Weşanên Lîs)

Bêbaran, A. Hicri İZGÖREN- Helbest Ji Tirkî, ligel Lal LALEŞ (Cotmeh 2005, Weşanên Lîs)

 

 

YAQOB TILERMENÎ - Yazarın Kitapları

Kapat