Sepetim (0) Toplam: 0,00

Di sala 1958an de, li Denizlîyê ji dêya xwe re çêbû. Di sala 1987an de bi pirtûka xwe a bi navê Gülüşün Kimliği, di sala 1990î de jî bi pirtûka xwe a bi navê Yoklar Fısıltısı (Kurtepista Tuneyan) çîrokên xwe belav kirin. Pirtûka wî a bi navê Yalnızlıklar (Tikûtenêtî) (1993) ku ji tekstên helbestî pêk tê, li nav û derveyî welat li şanoyê hat anîn, bi salan wek lîstika şanoyî hat lîstin. Dosyeya wî a çîrokan a bi navê Ölü Zaman Gezginleri (Gerokên Dema Mirî), di pêşbazîya ku Şaredarîya Çankayayê û kovara Damar a wêjeyî bi hevkarî li dar xistin, di sala 1992yan de bû yekemîn. Ölü Zaman Gezginleri ku di sala 1993yan de hat weşandin, piştî sala 2001ê bi heman navî wekî çîrokên wî ên bijarte hat weşandin. dîsan di sala 1993yan de, bi dosyeya xwe a romanê a bi navê Sonsuzluğa Nokta (Xalek Bo Bêdawîtîyê), di pêşbazîya ku Wezareta Çandî li dar xist de, hêjayî xelata mansîyonê hat dîtin. Di pey re, di sala 1994an de bi dosyeya xwe a bi navê Gölgesizler (Bêsîber) (1995) Xelata Romanê a Yunus Nadi wergirt. Di sala 1996an de pirtûka wî a bi navê Kayıp Hayaller Kitabı û di sala 1997an de jî pirtûka wî a bi navê Ben Bir Gürgen Dalıyım (Ez gulîyeke Dargurganê Me) hat weşandin. di sala 1999an de romana wî a bi navê Bin Hüzünlü Haz (Xweşîya Bi Hezar Keser), (1998) Xelata Wêjeyê a Cevdet Kudret, di sala 2005an de pirtûka wî a bi navê Uykuların Doğusu (Rojhilata Xewan), Xelata Romanê a Orhan Kemal, di sala 2013an de jî pirtûka wî a bi navê Heba, Xelata Wêjeyê a Sedat Simavi wergirt. Di sala 2007an de hêçaneyên xwe di pirtûka bi navê Harfler ve Notalar (Tîp û Nota)  de li hev civandin û belav kirin. Gölgesizler di sala 2009an de bi şanenava Ümit Ünal bo fîlmê sînemayê hat lêanîn. Hevpeyvînên ku bi Toptaş re hatine kirin, di sala 2014an de, bi navê Başlarken Yalnızsın Bitirdiğinde Daha da Yalnız  (Gava Dest Pê Dikî Tikûtenê yî Gava Dibî Serî Tikûtenêtir î), wekî pirtûk hat weşandin. Çîrokên wî ên ku di pirtûka Ölü Zaman Gezginleri de cî negirtin, di pirtûka bi navê Geçmiş Şimdi Gelecekte (Borîroj a Niha Di Siberojê De ye) (2016) de hat belavkirin. Pirtûkên wî heta niha li NYA, Îngilistan, Elmanya, Fransa, Îtalya, Hollanda, Fînlandîya, Swêd û li Koreya Başûr hat weşandin.

 

HASAN ALİ TOPTAŞ - Yazarın Kitapları

Kapat