CUMA BOYNUKARA

Di sala 1964’an de, li Amedê ji dayîk bû. Di 1979’an de, li Navenda Perwerdehiya Gel a Amedê bi şanoyê re hevnas bû.

Lîstikên wî:

Hişyarbûna Rojbaşiyê (1989), Mixtaro (1990), Hê Ku Ne Dereng e (1992), Mem û Zîn (1995), Arîn (1996), Hukimraniya Wî (1997), Rengê Avê (1998), Yên Bêkêr (1999), Mirin Di Xewê De Bû (2000), Hate Dîtin (2001), Li Beravê û Berhevkarên Xewnan (2003), Bêpar (2005), Berhevkarên Xewnan (2006), Yarenkar (2007), Ji Bîrê (2008), Peywendiyên Derkenar (2009)

Senaryoyên wî:

Şekirê Dikê, senaryoya filîma metrajdirêj (2007)

Muzîkal:

Masekan (2006)

Lîstikên wî yên ku hatine lîstin:

- Mem û Zîn, ji aliyê Şanoya Orhan Asenayê ya Şaredariya Amedê ve, bi rejiya Veysel Öngören (1995).

- Hê Ku Ne Dereng e, di sala 2000’an de, hê rojek mabû ji aliyê Şanoya Dewletê ya Stenbolê ve li Sehneya Aziz Nesinê bihata lîstin, bo demeke nediyar hate texîrkirin (2000).

- Mirin Di Xewê De Bû, bi rejiya Zafer Diper, ji aliyê Bizim Tiyatroyê ve, li welêt û li derveyî welêt ji 200 carî zêdetir hate lîstin (2001).

- Yên Bêkêr, bi rejiya Sinan Dülger, ji aliyê Avam Tiyatroyê ve hate lîstin, (2001).

- Rengê Avê, ji aliyê Beksavê ve, bi rejiya Metin Balay hate lîstin, (2002).

- Yên Bêkêr, ji aliyê xwendekarên Zankoya Hacettepeyê ve, di şahiya şanoyê ya navzankoyan de hate lîstin, (2003).

- Mem û Zîn, bi rejiya Işıl Kasapoğlu û Bülent Emin Yarar, ji aliyê Semaver Kum-panyayê ve, di 14’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Stenbolê ya Navneteweyî de hate lîstin, (2004).

- Yên Bêkêr, bi rejiya Semih Çelenk, ji aliyê Şanoya Şaredariya Bornovayê ve ha-te lîstin, (2005).

Xelatên wî:

- Mixtaro, di pêşbaziya lîstiknivîsînê ya Şaredariya Salihliyê de, xelata hêjayî pe-sindanê wergirt, (1991).

- Hê Ku Ne Dereng e, Xelata Wezareta Rewşenbîriyê wergirt, (1993).

- Hişyarbûna Rojbaşiyê, di pêşbaziya lîstiknivîsînê ya Yunus Emreyê ya Şaredariya Bakırköyê de, xelata hêjayî pesindanê wergirt, (1995).

- Hukimraniya Wî, di pêşbaziya lîstiknivîsînê ya Altın Kozayê ya Edeneyê de xe-lata duyemîniyê wergirt, (2002).

- Mem û Zîn, xelata nivîskarê salê ya İsmet Kuntay, Klûba Lionsê ya Beşiktaşê û ya kovara Tiyatroyê wergirt, (2005).

Yên din:

Lîstikên wî bo zimanên Kurdî, Frensizî, Îngilîzî û Erebî hatine wergerandin. Lîsti-kên wî yên bi Tirkî ji aliyê Weşanên Mitos-Boyutê ve, yên bi Kurdî jî ji aliyê We-şanên Evrensel û Weşanên Lîsê ve hatine çapkirin.

 

CUMA BOYNUKARA - Yazarın Kitapları

Kapat