WILLIAM FAULKNER

William Faulknerê ku cihwar û kesayetên li herema ku zarokatiya xwe lê jiya, Oxford- Missisipiyê, ên paşê bibûna mijara roman û çîrokên wî û bihiştana ku navçeyeke xeyalî, Yoknapatawpha Countyê, dirust bike ku piraniya roman û çîrokên wî lê derbas dibin, di 1897’an de hat rû dinê. Faulknerî di Şerê Yekem ê Cîhanî de ji ber kinikiya bejna xwe nekarî tev li Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bibe, lewma ket nav refên artêşa Brîtanî. Demekê li Zanîngeha Missisipiyê xwend û paşê karên cûrbicûr ên wek rojnamevanî, karmendiya kitêbxaneyê û senarîstîyê kir. Faulknerê ku pirrê çîrok û romanên xwe li maleke çewlikê a li Oxfordê nivîsand û digel hin ger û geştên wî ên ji deverinî dîtir re jî, tu carê ji cih û warê bav û kalên xwe, herema Başûr, dûr nema û nejiya. Meyl û baldariya wî ya ji bo dîroka malbata wî, ji bo herema Başûr ji xortaniya wî de dest pê kir bandorek li ser têgihiştin û mîzaha wî kir. Di roman û çîrokên xwe de bi giyan û cesteke çist û çalak kesayetên Başûrî, ketin, kêmkirin û kumuşîna Başûr, kesayetên Başûrî xêz kir û wênand. Sûd ji azmûngeriyên Joyceî wergirt û di lêkirina binemayên civakî ên metnên xwe, taybetmendiyên zimên ên raberkirina rewşa derûnî û binhişî, ragihandina nakokiyên takekesî û civakî de heya dawî bi kar anî. Dema di sala 1949’an de , “ ji bo beşdariya bihêz û ji hêla hunerî de yekta ya li romana modern ya Emerîkî” bi Xelata Nobelê ya Edebiyatê hat perûkirin, hînê pêncî û du salî bû. Faulknerê ku di 1962’yan de malavayî li dinyayê kir û xatirê xwe xwest, li Oxfordê, li nik malbata xwe hat veşartin. Faulknerê digel Xelata Nobelê du xelatên Politzerî jî ji bo romanên xwe kar kirin, ji bilî Li Ber Sikratê, bi van romanên xwe yên heja jî tê naskirin û hezkirin: Sound and Fury ( 1929), Sanctuary ( 1931 ), Light in August ( 1932 ), Absalom, Absalom! ( 1936 ), Intruder in The Dust ( 1948 ), The Hamlet ( 1940 ), The Town ( 1947 ), The Mansion ( 1957 ), The Reivers ( 1962).

WILLIAM FAULKNER - Yazarın Kitapları

Kapat