WILLIAM SAROYAN

31’ê Tebaxa sala 1908’an li bajorokê Fresnoya Kalîforniya ya Amerîkayê ji malbateke Ermenî ku ji Bedlîsê koçber bûye re çêbû. Gava ew sê salî bû bavê wî yê ku Keşeyekî Presbiteryen e dimire û her wiha dayika wî neçar dimîne ku Saroyan û her sê xwişk û birayên wî dide sêwîxaneyê. Piştî pênc salên li sêwîxaneyê zarok li Fresno gihane dayika xwe. Saroyanê ku wî û dibisatana fermî li hev nedikir di pazdeh saliya xwe de dev ji dibistanê berdide. Wî karên ji hev cuda kirin. Lê armanca wî ew bû ku; dixwest bibe nivîskar. Ji ber vê yekê, wî di ber re çîrok dinivîsandin. Çîroka wî ya yekem sala 1933’yan di Kovara Story de weşiya. Sala 1934’an ji aliyê weşanxaneya Randon House ve pirtûka wî ya The Daring Young Man on the Flying Trapeze and Other Stories hat çapkirin. Û wê salê ev pirtûka çîrokan bû ya ku herî zêde hatiye firotin. Piştî vê, wî her û her nivîsand. Wî ji nivîsandin û gerê pê ve wî çu kar nekir. Her çi qasî ji ber vexwarin û qumarê jiyana wî berjêr û berjor bûbe jî wî kariyereke ku pêncî salî ya serkeftî û afirîner derxist holê. Sala 1939’an bi lîstîka xwe ya The Time of Your Life layiqê xelata Pulitzerê hate dîtin, lê wî xelat red kir. Saroyan di hemû jiyana xwe de ji şestî bêtir pirtûk, çîrok, listîk û roman nivîsand. Di pexşanê de şêweyekî ku xweserî wî ye afirand. Ev şêweyê herikbar, wekî ku biaxive, bi coş bi navê wî wekî “Saroyanesque” hate gazîkirin. Wekî ew jî dibêje Saroyan di çîrokên xwe de tenê tiştekî vedibêje ew jî Mirov e. Gava ew dinivîse ew ji dil û sade ye. Ew ne tiştekî pêkan e ku mirov di berhemên wî de vegotinên xemilandî, lîstikên peyvan bibîne. Tevahiya çîrokê û mijar bingeh e. William Saroyan ku em bi awayekî û bi gotineke klasîk bêjin; ew jiyaneke bi lezgînî jiya. Ew li Cîhanê û li Bedlîsa ku warê bav û kalê wî ye geriya. Zewicî. Wan hev berdan. Û dîsa bi heman jinê re zewicî, paşê dîsa wan hev berdan. Gava ew 18’ê heyva Gulana sala 1981’ê li devera ku ew lê çêbûye çû ser dilovaniya Xwedê ew ji mêj ve bû ku navê di nav nivîskarên herî baş yên di wêjeya Amerîkayî yên kurteçîrokan de hatibû nivîsandin. UNESCOyê sala 2008’an wekî sala Saroyan îlan kiribû. Saroyanê ku ew bi ra û çanda bav û kalên xwe girêdayî bû, sala 1935’an Ermenistana Sovyetê ziyaret dike. Di temenê xwe yê heftêyî de sala 1978’an ku ew cara sêyem û ya dawî ye, bi heval û hogirên xwe re rojbûna xwe li Ermenistanê pîroz dike. Li ser wasiyeta wî beşeke naaşê wî li Êrîwana Ermenistanê di goristana navdaran de tê veşartin.

 

WILLIAM SAROYAN - Yazarın Kitapları

Kapat