VAHAN TOTOVENTS

Di 1894’an de li bajarê Mêzîrê li alîyê Xerpûrtê di maleke xudanmilk de ji dêya xwe bûye. Cara ewil li wî bajarî xwendîye. Paşê çûye Polîsê (Stenbolê), çend bajarê Ewropayê û axirîyê çûye Amerîkayê bajarê New Yorkê. Li wê derê paletî kiriye û bi vê re li Zanîngeha Wîskansê fakûltêta lîtêratûrê û dîrokê xwendiye. Ji wê şûn de, wexta şerê emperyalîzmê hatiye Qafqasyayê.

Di biçûktîya xwe de dest bi nivîsarê kiriye. Neşirkirina nivîsara wî di 1907’an de dest pê kiriye. Nivîsarên wî li Ewropa, Amerîka û Qafqasyayê hatine neşirkirin. Nivîsarên wî “Potorîk” (Ferwar) bûne û yên mayîn bi fikira nasyonalîzmê hatine afirandin.

Di 1920’î de vegerîyaye Polîsê, Parîs û Amerîkayê, lê di 1922’yan de dîsa vegerîyaye Qafqasyayê, Ermenîstana Şêwrê û li vir nivîsarên xwe bi fikira teze afirandine.

Di nava 15 salan de gelek nivîsarên berbiçav afrandine. Ew dramatûrg û romanist e. Hin kitêbên wî ev in: “Sasma tsrrêr”, “Nor Bzûyan dîon” (Bzûyandîyoyê teze), “Yerkû Sûr” (Du şûr), “Bakûr û yên mayîn. Ji xeynî vana gelek oçêrk jî nivîsîne û çap kirine. Her wiha ji bi navê “Bakû – London” pîyeseke wî jî heye.

Çend nivîsarên wî li Ûrisî, Kurmancî û zimanê dinê hatine hatine wergerandin.

VAHAN TOTOVENTS - Yazarın Kitapları

Kapat