STEFAN ZORYAN

Di 1890’î de li Qerekilîsê (Kîrovakana niha) ji dêya xwe bûye. Li dibistana Ûrisî ya hukumetê xwendiye. Di 1906’an de çûye Tîflîsê û li wê derê xebitiye. Di 1909’an de nivîsara wî ya bi ser navê “Kağtsatsner” (Birçîyan) di “Lûma”yê de neşir bûye. Di rojnameyan de xebitiye û nivîsiye yên wekî “Mşak”, “Nor hortsank”, “Gorts” û yê mayîn.

Di 1918’an de bi navê “Txûr mardîk” (Merivê belengaz) kitêbek serhatîyan çap kiriye. Înqilaba Oktobirê rêyeke teze li ber wî vekiriye. Bi vê re wî qeweta xwe dutatir kiriye û gelek kitêb afirandine. Nivîsarên wî yên eyan ev in: “Tsanka Patûm” (Sûrkirin), “Patêrazm” (Şerr), “Krak” (Agir), “Araçîn orêr” (Rojê Pêşîn) û kitêbine mayîn.

Di 1926’an de du serhatî jî çap kirine; “Gradadaranî ağçîk” (Qîza kitêbxanê) û “Heğkomî naxaxah” (Sedirê komîta înglabîyê). Di 1929’an de kitêba wî “Varêdzorî Komûna” (Kommûna Vardedzor) neşir bûye.

Gund zaf baş nas kiriye, temayên wî daîma aktual bûne, serhatî baştir nivîsîne. Bi navê “spîtak kaxak”, (Bajarê spîk) jî pirtûkek wî heye. Çend nivîsarên wî li Ûrisî, Gurckî, Tirkî, Kurmancî, Ûkraynkî û Almanî hatine wergerandin. Wî bi xwe jî ji lîteratûra Ûrisî hin berhem weregrandine Ermenkî.

Di 1935’an de ji alîyê merkez îcrakoma hemtifaqîyê bi nîşana xebata sor hatiye pêşkêşkirin.

STEFAN ZORYAN - Yazarın Kitapları

Kapat