SELMA LAGERLÖF

Selma Ottiliana Lovisa Lagerlöf: Romannûs û çîroknûsa Swêdî ya afirînera berhema bi navê Nils Holgerssons underbara resa genom Sverige 1-2, (Serpêhatiyên Nils Holgersson ên Bi Qazên Beyanî Re, 1-2, 1906-1907) ya ku li hemû cîhanê deng vedaye, bi wateya berra bûye klasîkeke cîhanê. Lagerlöf, 20’ê sermaweza 1858’an, li başûrê Swêdê, li parêzgeha Värmlandê, li kêlgeheke bi navê Mårbackayê ji dayîk bûye. Di zarokatiya wê de, rewşa malbata wê ya aborî pêşî baş bû, lê bi demê re ji ber deynên bavê wê, erd û xaniyê wan hate firotin. Dîsa di çaxa zarokatiyê de, ji ber nexweşiyeke ku pê ket, wextekê seqet ma, paşê dîsa pak bû. Hem ji ber ku wê hingê ji bo zarokên qîzîn wisa bû, hem jî ji ber tenduristiya xwe, li malê, li ber destên mamosteyên taybet perwerdebû.

Di payîza 1882’yan de, li Stockholmê, di dibistana mamostetiyê de dest bi xwendinê kir. Di 1885’an de, dibistan kuta kir, bû mamoste, li Landskronayê dest bi mamostetiyê kir. Bi alîkariya madî ya hevala xwe ya nêzîk, Barones Sophie Aldesparreê romana xwe ya pêşîn a bi navê Gösta Berlings saga (Çîroka Gösta Berling) a du cild jî di van deman de nivîsand.  Salên 1890’î, di Wêjeya Swêdî de, salên zindîbûna romantîzmê ne û romana Lagerlöfê ya pêşîn û her wiha berhemên Verner von Heidenstamê neoromantîk di vê zindîbûnê de roleke xwe ya girîng hebûn. Lagerlöfê piştî vê romana xwe, romana bi navê Osynliga länkar (Pêwendiyên Nepenî, 1894) nivîsand. Salekê piştî vê jî, bi wergirtina bûrsekê re dev ji mamostetiyê berda, li welatên dereke geriya, bi tenê nivîskarî kir. Piştî gera xwe ya Îtalyayê, romana xwe ya bi navê Antikrists mirakler (Mûcîzatên Decal) ya bi naveroka sosyalîst da weşandin. Bi dû vê re jî, En herrgardssägen (Çîrokên Qesrê) derket. Piştî gerên xwe yên li Misir û Filîstînê jî, romana xwe ya bi du cildan a navdar Jerusalem (Quds) nivîsand û da weşandin, bi vê romana xwe bû yek ji hêzdartirîn romannûsên Swêdê. Di sala 1904’an de jî, berhema wê ya xurt a bi navê Herr Arnes penningar (Gencîneya Kak Arnes) derket. Lagerlöfê piştî van serkeftinên xwe yên wêjeyî, Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 1909’an wergirt û bû hem nivîskara Swêdî ya pêşîn, hem jî nivîskara jin a pêşîn, ku ev xelat wergirt. Di sala 1914’an de, romana ku di nava hemû berhemên wê yên serketî de ya herî dawî ye wê nivîsandiye, Kejsarn av Portugallien (Şahînşahê Portekîzê) weşiya, ku ev roman niha di destê we de ye. Lê ji van hemûyan bêtir jî, Selma Lagerlöf bi serpêhatiyên Nils Holgersson tevî jiyana me hemûyan bû. Lagerlöf, di 16’ê Adara 1940’î de, li Mårbackayê jiyana xwe ji dest da.

Çend berhemên Selma Lagerlöfê ev in:

Gösta Berlings saga (Çîroka Gösta Berling, 2 cild), 1891

Osynliga länkar (Pêwendiyên Nepenî), 1894

Antikrists mirakler (Mûcîzatên Decal), 1897

En herrgardssägen (Çîrokên Qesrê), 1899

Drottningar i kungahälla (Keybanûyên Kungahällayê), 1899

Jerusalem (Quds, 2 cild), 1901-02

Herr Arnes penningar (Gencîneya Kak Arnes), 1904

Kristuslegender (Çîrvanokên Îsa), 1904

Nils Holgerssons underbara resa genom Sverige 1-2, (Serpêhatiyên Nils Holgersson ên Bi Qazên

Beyanî Re, 1-2, 1906-1907)

Tösen fran stormyrtorpet (Keçika Çirava Axpînê), 1907

Liljecronas hem (Mala Liliecronayê), 1911

Körkarlen (Giyanê Govan), 1912

Kejsarn av Portugallien (Şahînşahê Portekîzê), 1914

Bannlyst ( Jar û Hejar), 1918

Löwendskoldska ringen (Gustîla General), 1925

Ett barns memoarer (Bîranînên Zarokatiya Min), 1930

Dagbok för Selma Lagerlöf (Rojenivîska Selma Lagerlöfê), 1932

SELMA LAGERLÖF - Yazarın Kitapları

Kapat