REFÎQ SABIR

Di sala 1950’y de, li bajarê Qeladizê ji dayik bûye. Di sala 1974’an de, pişka Kurdî li Fakulteya Edebîyatê li Zanîngeha Bexdayê bi dawî anîye. Her ji sala 1969’an û bi vir de, dest daye nivîsîna helbestan û di rojname û kovarên Kurdî de belav kirine. Ji sala 1982- 1987’an, Pişka Felsefeyê li Bulgaristanê xwendiye û şehadetnameya doktorayê wergirtiye.  Heta niha bi dehan pirtûkên helbest, vekolînên edebî û hizrî belav kirine. Dîwanên Refîq Sabir yên ji sala 1976’an û vir ve derçûne ev in: Ewînname (2017), Xewnêkî Walla (2014), Le Jîyan Dirêjtir (2006), Rûnbûnewe (2001), Jiwanî Rûnakî (1997), Awîne û Sîber (1996), Werzeberdîne  (1992), Karwansera (1990), Lawkî Hellebce (1989), Werzî Sehollbendan (1987), Sûtan Le Ber Baran Da (1985), Rêjne (1979), Pişkokan Degeşênewe (1976)

Berhema wî:

Şewçira, Hemû Berhem, Refîq Sabir, Lîs 2019

REFÎQ SABIR - Yazarın Kitapları

Kapat