OMER XEYAM

Omer kurê Îbrahîmê Xeyam li bajarê Nîşabûrê sala 1040’ê zayînê ji dayik bûye û li wî bajarî jî sala 1123’yê çûye ber dilovaniya Xwedê. Gelek zanyarî di derbarê Xeyam de nehatine zanîn. Omerê Xeyam xwendina xwe li ber destê seydayê navdar Miwefeqê Nîşabûrî kiriye. Tê gotin ku Wezîr Nîzamilmulk rewangehek li ser çiyayekî Nîşabûrê jê re ava kir û mûçeyekî mehane jî ji bo wî terxan kir. Zanyariyên Xeyam cûrecûr û berfireh bûn, nemaze di derbarê bîrkarî (matmatîk), bijişkî, stêrnasî û helbestî de. Dengvedana zanyariyên Xeyam li radeya rûberekî berfireh belav bûbû. Xeyam wek zanyarekî pendeyar, stêrnas û helbestvan dihat nasîn.

OMER XEYAM - Yazarın Kitapları

Kapat