Zêde malûmatî li ser wî tune ne, lê meriv dikare bêje, ku ew yek ji wan kesan bû, ku dewleta Sovyetê di bin navê dîplomasîyê de şandibû bakurê Kurdistanê û spartibû wî ku pirtûkekê li ser dîroka kurdan û Kurdistanê amade bike û hewl bide nivîs û belgeyên li ser kurdan ên di arşîvên fermî û ne fermî de peyda bike, ku bikaribe li ser hemû perçeyên Kurdistanê pirtûkekê amade bike.
Ji kurdzanekî din ê hemdemê wî Î. A. Orbelî em pê dihesin, ku N. A. Xalfîn ji bo bikaribe arşîvên bi zimanên gelên rojhilatê yên li ser kurdan bi kar bîne, fêrî zimanên Farisî, Erebî û Tirkîya Osmanî jî bûye.