KARL ÇAPEK

Romannivîsê Çek ê navdar e. Şanonivîs û derhênerê şanoyî ye. Li Male Svatonovice ji dayîk bûye û li Zanîngeha Pragê xwendiye. Çapek dostê nêzîk ê serokê pêşî yê Çekoslovakiyayê Tomas Masaryk bû û pê re pir ji nêzîk ve kar kiriye, da piştî Cenga Cîhanê ya Yekem gelê Çekoslovak bê azadkirin. Her weha Çapek birêveberê Rojnameya Pragê bû. Ew li Pragê daner û birêveberê Şanoya Vînohradskyê ya Hunerî bû. Karel Çapek gelek gotarên sîyasî jî dinivîsandin, wan gotaran hêrsên azadîyê didan xelkê û ew radikirin ser pêyan. Çapek herî baş bi şanoyên xwe tê naskirin û bi taybetî bi ya herî navdar R.U.R tê naskirin. Di vê fantazîyaya dramî de mirov ji mirovanîya xwe têne valakirin û ji alîyê makîneyan ve têne birêvebirin. Çapek bi gelek dramayên din jî tê naskirin wekî: Lîstika Kêzikan, Jîyana Em Tê De û Serfirazî Çîrokên wî romansî ne, zanistîya xeyalî ne û xwedîyên felsefeyeke sêalî ne.  

 

 

 

KARL ÇAPEK - Yazarın Kitapları

1
Kapat