JAMES JOYCE

Romannûs, nivîskarê kurteçîrokan û helbestkarê Îrlandî. Di 2’yê Reşemiya 1882’yan de, li Dublinê ji dayik bû. Joyce nûxuriyê malê bû. Malbata wî ya ku carê halê wan xweş bû, piştî demekê kete nava xizaniyeke dijwar. Digel vê yekê jî Joyce ji wergirtina perwerdehiyeke baş bêpar nema; wî pêşî li dibistana Cezwîtan, li Clongowes Woodsê û Belvedere Collegesê xwendina xwe kir û di pey re li Royal Universityyê (ya ku niha navê wê bûye University College, Dublin) zanko kuta kir. Piştî derçûna xwe ya ji zankoyê bi çar salan, di 1902’yan de, ji bo ku bijîşkiyê bixwîne, wî berê xwe da Parîsê, lê li wê derê ji fizîkê bêtir meyla xwe da ser Aristotelesî,  helbest û reşnivîsên pexşanî nivîsandin û “pergaleke estetîk” ji xwe re formule kir. Di 1903’yan de, ji ber nexweşiya dêya xwe, vegeriya Îrlandê û hêdî hêdî pê kir nava gorepana wêjeyê. Wî li vê derê, di havîna 1904’an de, keçikek, Nora Barnaclea Galwayî, nas kir û ew qanih kir ku pê re were parzemîna Ewrûpayê, ku niyeta wî hebû li wê derê dersên Îngilîzî bide. Kurekî û keçeke wan çêbû. Joyceê ku jê û şûn ve bi tenê sê caran vegeriya Îrlandê –û ji 1912’an û şûn ve careke din venegeriyayê – jiyana xwe ya mayî li Îtalya, Swîsre û Fransayê derbas kir. Joyceî yekemîn pirtûka xwe di sala 1907’an de li Londonê weşand, ya ku pirtûkeke helbestan a bi navê Chamber Music (Muzîka Jûrê) bû. Piştî nêzikî deh salên têkoşan û berhevdana ligel weşangerên ku dixwestin hin ciyan berteref bikin, wî ancax şiya pirtûka xwe ya Çîrokên Dubliniyan (Dubliners) bide weşandin. Bi dû re romana wî ya pêşîn A Portrait of the Artist as a Young Man (Wekî Mirovekî Xort Portreyeke yê Hunermend, 1916) û şanonameya wî ya bi navê Exiles (Yên Mişext, 1918) çap bûn. Ulyssesa ku Joyce ji 1914’an de li ser dişixulî, di salvegera rojbûna wî, di sala 1922’yan de, li Parîsê çap bû. Vê berhema ku di wêjeya cîhanê de hilm û helwesteke nedîtî û nûjen bû û wek derenceyeke bizava wêjeyî, ya ku paşê wek “Modernîzm”  bi nav û deng bû, hat nirxandin, nav û dengê wî di qada navneteweyî de belav kir û heta îro jî yek ji berheman e, yên ku herî zêde bûne hingava lêkolan û rexneyan. Joyceî heman salê dest bi nivîsîna berhemeke din a bi navê Finnegans Wake kir, a ku digel êşa çavan û derdeseriya dota xwe ya kêmhiş wî karî di nava şazdeh salan de temam bike û di 1939’an de bide çapkirin. Wê demê, li Ewrûpayê, defa Şerê Cîhanê yê Duyemîn lê dikeve, dema ku Elman Fransayê dagir dikin, Joyce tevî malbata xwe ji wir bar dike Vichyya Fransayê û paşê ji wir jî derbasî Zurîha Swîsreyê dibe, ku li wê derê ji ber ulsera kunkirî di 13’ê Rêbendana 1941’ê de koça xwe ya dawî dike.

JAMES JOYCE - Yazarın Kitapları

Kapat