EGÎTÊ ŞEMSÎ

Helbestvanê Kurd ê bi nav û deng Egîtê Şemsî, di sala 1933'yan de li devera Çiyayê Elegezê (Ermenistanê) hatiye dinyayê. Ji sala 1955'an heta sala 1959'an di xwendegeha Kurdî ya pedagojiyê de ya li paytextê Ermenistanê Êrîvanê, dixwîne. Piştî çend salên dersdarîyê li gundên navçeya Hoktêmbêryanê dibe berpirsyarê beşeke rojnamea heman navçeyê ya bi navê "Komûnîzmî Hamar" (Ji boy komunîzmê), ku bi zimanê Ermenî dihat weşandin. Şemsî, di sala 1969'an de fakulteya ziman û wêjeyê ya Zanîngeha Êrîvanê dibe serî û xwendina bilind bi dest dixe. Piştre ew karê xwe heta destpêka salên 90'î didomîne. Ji bilî rojnameyên Kurdî û Ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê "Bihar" de hatine çapkirin ku wek antolojîyeke afirandinên helbestvanên Kurd her sal li Êrîvanê dihat weşandin. Sala 2000'î diçe bajarê Rûsyayê Vladîmîrê û li vir, havîna sala 2002'yan diçe ser dilovanîya xwe.

Berhemên Wî yên li Lîsê Çap Bûne:

Hîveron, helbest, Weşanên Lîs, 2023

EGÎTÊ ŞEMSÎ - Yazarın Kitapları

Kapat