ÎHSAN COLEMÊRGÎ

Di sala 1944’an de li navenda Colemêrgê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li bajarê Colemêrgê xwendine. 1965’an de li Amedê xwendingeha mamostetîyê qedandiye. Piştî 8 salan mamhostatîya fermî; ji ber bîr û bawerîyên wî yên sîyasî ew koçberî bajarê Uşakê kirine. Di heman salê de dest ji karê fermî berdaye û vegerîyaye Colemêrgê.  Di nav hin partî û komeleyên Kurdan de cih digire. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê çend caran digirin binçavan, 4 mehan di girtigeha Amedê de dimîne, 4 salan jî kaçax dimîne. Ji salên 1990’î ve bi giranî li ser wêje, dîrok û çanda Kurdî dixebite. Berhema wî ya yekemîn Cembelî, di sala 1995’an de ji alîyê weşanxaneya APEC’ê ve li Swedê û paşê jî du caran li Stenbolê ji alîyê weşanxaneya Avestayê ve tê çapkirin. Di sala 2006’an de pirtûkên wî yên bi navê Sûretên Hekaryan (Hakkari Suretleri) û Di Şaristanîya Mezopotamyayê De Hekaryan (Mezopotamya Uygarlığında Hakkari) ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatine çapkirin. Niha jî romana Mîrê Hekaryan Zeynel Begê, Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan tên çapkirin. Dîroka Siltan Selahedîn Eyûbî ji bo çapê amade ye, bi navê Serpêhatîya Momê û Xemrevîn û Xewrevîn du pirtûkên helbestan nivîsîne. Bi dehan gotarên wî di rojname û kovaran de hatine weşandin. Di demeke nêzik de ew ê jî ji çapê re bên amadekirin.

ÎHSAN COLEMÊRGÎ - Yazarın Kitapları

Kapat