ŞENER ÖZMEN

Nivîskar, wergêr, hunermendê hunera hevçax û rexnegirê hunerê. Di sala 1971’ê de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1998’an de Beşa Perwerdehîya Nîgarkêşîyê ya Fakûlteya Perwerdehîyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Digel ku di temenekî gelekî berwext de nasîya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya Kurdî rabe. Hindek helbestên wî yên ku di kovarên huner û wêjeyê yên wê heyamê (Antolojîya Helbestkarên Xort ên Milliyet Sanatê, Mavi Çizgi, Söylem, Şiir Oku, Düşün, E, Islık û ê.d.) de hatibûne weşandin, di Salnameya Helbestan a Adam Sanatê (1998-2001) de bi amadekarîya Mehmet H. Doğan hatin weşandin. Mirin û Dîyalektîk, kurteçîroka wî ya ezmûngerayî ya pêşîn a ku wî bi Kurdî nivîsîye, bi nasnavê Sîyabend Z. di kovara Warê (1999) de hate weşandin. Di heman hejmara kovara navhatî de wergereke wî ya ji Jean Paul Sartre jî belav bûye, ku wî li gel Azad Lîz kirîye. Wergerên wî yên ku wî ji berhemên helbestkarên gewrê yên nifşê Tîrêjê, ji yên Arjen Arî (Destana Kawa û Azhî Dehaq-Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, 2011) û ji yên Berken Bereh (Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re-Kalbim Bir Yastıktır Aşka, 2012) kirin, ji alîyê Evrensel Basım-Yayınê ve hatin çapkirin. Xwendin û wergerên wî yên li ser wêjeya Kurdî ya nûjen ên ku di kovara Sıcak Nalê (2010-2012) ya bi edîtorîya Süreyyya Evren derketî de li jêr sernavê Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) hatin weşandin, di sala 2013’an de di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de wek pirtûk derçûn. Ozmenê ku bi kovara art-ist Güncel Sanat Dergisiyê, ku edîtorê wê Halil Altındere bû û kovara pêşîn a hunera hevçax a Tirkîyeyê bû, dest bi nivîsên xwe yên li ser hunerê kirîye, bo Sanat Dünyamız, Siyahî, Sıcak Nal, Birgün û Radikal Kitapê nivîsên li ser huner û wêjeyê, xwendinên li ser pêşangehan û hunermendan nivîsîn.

Di sala 2005’an de Kunstmuseum Thunê (Swîsre) hunermend Şener Ozmen hêjayî xelata Prix Meulyyê dît. Ozmen di navbera salên 2005-2007’an de beşdarî bernameya pevguherîna hunermendan a TRANSFER 07’ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreterîya Rewşenbîrîyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin; di sala 2008’an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkîye-Almanyayê (Munîh) bû, ya ku ji alîyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen, di sala 2017’an de ligel kuratorê serbixwe Adnan Yildiz û hunermenda bi nav û deng Hito Steyerlê di damezrandina ASAyê de (Ajansa Serbixwe Ya Fezayê, Berlin) cî girt û di heman salê de, ligel hunermendên hevçax yên wekî Cengîz Tekîn û Erkan Ozgen li Amedê bi navê Loadingê yekem cîgehê hunera hevçax a serbixwe damezrand. Ozmen ji sala 2005’an û vir ve tevlî gelek projeyên hunerî û wêjeyî yên navteweyî bû; di sala 2016’an de bi tevkarîya Q21 Museum Quartierê li Vîyanayê (Avusturya), di navbera salên 2017-2018’an de jî bi tevkarî û piştgirîya IIE-APFyê Enstîtûya Perwerdehîya Nawteweyî-Fona Parastina Hunermendan (Newyork, Amerîka), li Zankoya Dewletê Ya Montclairê di Beşa Şêwekarî û Hûnerê de (New Jersey, Amerîka), her weha bi piştgirîya ISCP(Stûdyoya Navtetewî & Bernameya Kuratorîyê, Newyork, Amerîka) û di EFAyê de (Weqfa Hunerê Ya Elîzabethê, Newyork, Amerîka) kar û barên xwe yên hunerî bi rê ve bir. Ozmen, di navbera salên 2018-2019’an de jî bi piştgirîya Senatoya Berlînê, salek li Berlînê jîya.

Wekî kuratorekî Ozmen pêşangehên wekî Huner û Bajar (Amed, 2001), Çavpêketin (Navenda Hunerê Ya Diyarbekir, 2003), Hêza Zimên - II: Mînorbûyîn (Ligel Ali Akay, Birca Bizinê, Diyarbekir, 2004), Çavan Çav Nedidît (ligel Zehra Şonya, Navenda Hunerê Ya Diyarbekir, 2008), pêşengeha takekesî ya Cengîz Tekîn ya bi navê  Portreya Qaşogiravî Ya Hunermend: Cengîz Tekîn (Navenda Hunerê Ya Diyarbekir, 2008) û pêşangeha bi navê Beşek ji bêjeyên heta niha bi awayekî nepen li min hatine qedexekirin (Sextant et plus La Friche Belle de Mai, Marsîlya, Fransa, 2008) li dar xist. Di sala 2014’an de li jêr navê Wesweseyê, di Radikal Kitapê de li ser berhemên nivîskarên Kurd yên wekî Ciwanmerd Kulek, Amed Çeko Jîyan, Ferhad Pîrbal û Lokman Ayebe bend û nivîsên wî derçûn.  

Berhemên wî:

Helbest:
Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), Weşanên Liman, 1999
Şaşıracaksın (Tu yê Matmayî Bimînî), Weşanên Liman, 1999
Ağıt mı bu yaktığın? (Ma qey tu dilûbînî?), Weşanên Liman, 1999
Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), Weşanên Lîs, 2004

Kurteçîrok:
Keleh, Weşanên Lîs, 2012

Roman:
Rojnivîska Spinoza, Weşanên Lîs, Çapa Yekem: Îlon 2008, Çapa Duyem: Adar 2016
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Weşanên Lîs, 2010
Gramera Bêhizûr, Weşanên Lîs, Çapa Yekem: Berfenbar 2014, Çapa Duwem: Avrêl 2015
Spinoza’nın Günlüğü (Rojnivîska Spinoza), yê ji Kurdî wergerandî Tirkî: Abdullah Koçal, Weşanên Everest, 2014
Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası (Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî), yê ji Kurdî wergerandî Tirkî: Abdullah Koçal, Weşanên Everest, 2015

Xeyb, Weşanên Lîs, 2016

Qiseyên Xerîbîyê, Lîs 2019

Bend û nivîs:
Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin), xwendinên li ser hunera hevçax, Weşanên Lîs, 2007
Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin), xwendinên li ser hunera hevçax, Weşanên Lîs, Çapa Duyemîn 2016

Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî), xwendinên li ser wêjeya Kurdî ya nûjen, Weşanên Lîs, 2013

Sevişen Kurgular (Vehênanên Pevşadibin), xwendinên li ser hunera hevçax, Weşanên Lîs, 2016

Werger:
Kawa Destanı ve Azhî Dehaq (Destana Kawa û Azhî Dehaq), Arjen Arî, Weşanên Evrensel, 2011
Kalbim Bir Yastıktır Aşka (Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re), Berken Bereh, Weşanên Evrensel, 2012

 

ŞENER ÖZMEN - Yazarın Kitapları

Kapat