HERTA MÜLLER

Di sala 1953’yan de li Nitzkydorf (Romanya) hatiyê dinê, ew aîdî minorîteya Almanan e, a li Romenyayê dijî. Wê beşa Germanîstîk û Rumenîstîk xwendiye. Ew wekî werger li fabrîqeya makîneyan xebitîye û ji ber redkirina hevkarîya bi îstîxbarata Romenyayê “Securitate” re ji kar hat avêtin. Di sala 1987’an de koçî Almanyayê kiriye û ji wê çaxê ve li Berlînê dijî.

Di sala 2009’an de Herta Müller xelata Nobelê ya wêjeyê stend. Sedema xelatê wiha hatibû dîyarkirin: “Ew bi tîrbûna poesîyê û bi eşkerebûna pexşanê dîmenên kesên bêwelat dişayesîne.” Her wiha berhêm wê yên sereke ev in: Der König verneigt sich und tötet, Herztier (Dilajal), Der Fuchs war damals schon Jäger, Der Mensch ist ein großer Fasan auf der Welt, Atemschaukel, Heute wäre ich mir lieber nicht begegnet, Niederungen, Reisende auf einem Bein, Immer derselbe Schnee und immer derselbe Onkel. Xelatên ku wergirtine jî ev in: 1994 Kleist-Preis, 1998 International Impac Dublin Literary Award, 1999 Franz Kafka-Preis, 2006 Walter-Hasenclever-Literaturpreis, 2009 Ehrengabe der Heine-Gesellschaft, 2009 Nobelpreis für Literatur, 2009 Franz-Werfel-Menschenrechtspreis, 2010 Hoffmann-von-Fallersleben-Preis, 2010 Großes Bundesverdienstkreuz mit Stern, 2011 Samuel-Bogumil-Linde Literaturpreis, 2015 Heinrich-Böll-Preis, 2016 Georg-Meistermann-Preis, 2017 Ehrendoktorwürde der Universität Jena.

Herta Müller

Dilajal, Roman, Cervantes, 2022

HERTA MÜLLER - Yazarın Kitapları

Kapat