HASAN BİLDİRİCİ

Hasan Bildirici di sala 1960’î de li Bidlîsê, li navçeya Xelatê çê bûye. Bildiricîyê ku gelekî di binê bandora bajarê Xelatê ya dîrokî de maye, dibistana navîn li Tetwanê û dibistana Zerî’etê jî li Meletîyeyê kuta kiriye. Di pê re li Rîze, Êlih û Amedê sê salan teknîsyentîya Zerî’etê kiriye. Di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de hatiye girtin. Piştî 12 salên girtîgehê, ji girtîgeha Ceyhanê ya taybetî “bimerc” hatiye berdan. Di sala 1993’yan de di avakirina rojnameya Özgür Gündemê de cî girtiye û berpirsîyarîya weşana giştî wergirtiye ser xwe. Li kampên gerîlayan gerîyaye, "cinayetên faîlên wan nedîyar” şopandiye. Tev li merasîma termên hevalên xwe yên rojnameger, ên ku bi destê çeteyên kujer hatine qetilkirin, bûye. Hasan Bildirici ji sala 1993’yan û heta niha, li derveyî welêt, li sirgûnê dijî. Dema ku Bildirici nû çû Parîsê di înşaatan de xebitî, piştî ku li Swîsreyê bi cî bû, di daristanan de xebitî û li bajarê ku lê dijî, rojname li qutîyên posteyê belav kiriye. Pirtûka Hasan Bildirici ya yekemîn Yasak Ülkenin Günlüğü, dema ku ew di girtîgehê de bû, hat weşandin. Ev romana wî ya bi navê Rêya Bêveger jî, pirtûka wî ya yekem e ku bi zimanê ji Tirkî hatiye wergerandin û bi Kurdî çap dibe.

HASAN BİLDİRİCİ - Yazarın Kitapları

Kapat