FRÎDA HECÎ CEWARÎ

Firîda Hecî, li Êrêvana paytextê Ermenistanê ji dayîk bûye. Keça rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenê Kurd ê navdar, Heciyê Cindî ye. Xwendina xwe ya bilind li Zankoya Moskovayê, Para Fizîk û Matematîkê kiriye. Bi dû kutakirina zankoyê re, wekî 50 salan di dibistan û kolêjan de mamostetiya Matematîkê kiriye. Di heyna Sovyetê de, 3 salan wekî parlementera Şêwra Bajarê Yêrêvanê hatiye hilbijartin.

Berhemine Firîda Heciyê:

Heciyê Cindî, Jiyan û Kar, 2003

Ûsiv û Zelîxe, 2003

Hikyatêd Cimeta Kurda, Kitêba 6’an (80 hikayet), 2005

Dimdim, 2005

Şaxên Destana Ristemê Zalê Kurdî, Cilda Duduyan, Duhok, 2006

Heciyê Cindî, Jiyan û Kar, Çapa Duyemîn, bi guhestinên nû, Firîda Hecî, 2007

Elifba û Zimanê Kurdî, Ji Bo Xwendekarên Pola Sisiyan Pirtûka Dersê, tevî Heciyê Cindî 1957

Wê bi redaktoriya Doktor Çerkezê Reş ev pirtûkên helbestkarê Kurd, Ferîkê Ûsivê mêrê

xwe dane weşandin:

Hisret, berhevoka helbestan, 2004

Ber Ava Gurr, bi zimanê Ermenkî, ji bo 70 saliya Fêrîkê Ûsiv bi hukimetî çap bû, 2004

Destan, (13 dastanên ku Ferîkê Ûsiv berhev kiribû) 2005

Bera Ber Derya, berhevoka wergeran, 2006

Kerdîga Kilama, berhevoka helbestên çapnebûyî, 2007

Perû û Xelatên ku dane Firîda Heciyê:

Di sala 1962’yan de, Hurmetnameya Wezareta Ermenistanê ya Ronîkirinê

Di sala 1975’an de, Mîdalyaya Karê Efatiyê

Di sala 1975’an de, hêjayî Nîşana Serkeftiya Pêşvika Sosyalîstiyê bûye

Di sala 1979’an, pênasa Dersdar-Metodîst wergirtiye

Di sala 1981’ê de, Nîşana Xebatê ya Ala Sor, Nîşana Bilind ya Sovyetê

 

 

FRÎDA HECÎ CEWARÎ - Yazarın Kitapları

Kapat