FİKRET KARAKOÇ

Di sala 1975’an de li Qersê ji dayîk bû. Di salên 90’î de tevî malbata xwe koçîStembolê kir. Di 1995’an de beşdarî nava refên Tevgera Azadîyê bû. Di sala 98’an de tevî komek hevalên xwe di şerekî li Qerekilîseyê de bi birîndarî dîl hat girtin, dadgeha li Erziromê cezayê hetahetayê lê birrî. Mîna her girtîyî ew jî sirgûnî bendîxaneyên Kurdistan û Tirkîyeyê bû: Erzirom, Kandıra û gelekên din. Karakoç a niha li Bendîxaneya Kırıkkaleyê ye.

Piştî ku ceza lê hat birrîn, wî dest bi xebatên çandî û wêjeyî kir. Pêşî wî helbestên bi Tirkî dinivîsîn, lê ji ber bêgavîyê helbestên wî nehatin çapkirin. Pişt re li ser Kurdî xebitî û her wiha helbestên xwe jî bi Kurdî nivîsî. Helbesten rojnameya Azadiya Welat de hatin weşandin. Karakoç niha li ser romanekê dixebite. Şiverêyên Lal berhema pêşîn a Fikret Karakoç e.

FİKRET KARAKOÇ - Yazarın Kitapları

Kapat