EMERÎKÊ SERDAR

(Emerîkê Dewrêş Serdaryan) Nivîskarê kurd, rojnamevanê Ermenistanê yî kedkar, wergêr, rexnegirê edebîyatê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîrên Ermenîstanê yî Kurd 8’ê Reşemîya sala 1935’an li gundê Pamba Kurdan  (Sîpan) nehîyeya Aparanê (Aragasotnê, Ermenîstan) hatiye dinê. Di şeşsalîya wî de bavê wî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jîyana xwe ji dest daye. Di sala 1959’an de Fakulteya Dîrokê ya Înstîtuya Ermenistanê yî Pêdagogîyê qedandiye. Di heman salê de di radyoya Yêrêvanê wekî spîker dest bi xebatê dike û paşê dibe cîgirê serokê para Kurdî a radyoyê. Sala 1962’an Emerîkê Serdar cîguhastî redaksîyona rojnameya  “Rya Teze” dibe. Di rojnameya “Rya Teze” de karên wekî wergêrî, serokatîya para çandê û nameyan, cîgirê redaktorîyê û redaktorîyê dike. Ji sala 1994’an de ew serokê Serwêrtîya Koma Rewşenbîrên Ermenîstanê yî Kurd e. Emerîkê Serdar xwedîyê bi sedan gotarên di derheqa pirsên edebîyat û çanda Kurdan de ye, ku bi zimanê Kurdî, Ermenî, Ûrisî hatine çapkirin. Nivîskar li Yêrêvanê dijî û diafirîne. Weşanxaneya Lîsê Hemû kulîyata wî ji bo çapê amade dike.

Berhemên Wî Yên Li Lîsê Çapbûyî
Destê Dê, çîrok, 1974 (Çapa Duyemîn, Lîs, 2014)
Êdî Dereng Bû, çîrok, 1979 (Çapa Duyemîn, Lîs, 2014)
Dengê Dil, çîrok, 1985 (Çapa Duyemîn, Lîs, 2014)

EMERÎKÊ SERDAR - Yazarın Kitapları

Kapat