CHARLES LAMB

Nivîskar, rexnegir û helbestkarê Îngilîz. Lamb baştirîn bi ceribanên xwe yên ku wî bi navê Elia  nivîsandine tê naskirin. Ew bendnûsê Îngilîz e, yê ku zêdetirîn hatiye xwendin û hatiye hezkirin.  Charles Lamb, 10’ê Reşemiya sala 1775’an, li Londonê ji dayîk bû. Di 7 saliya xwe de, li dibistana Christ’s Hospitalê dest bi xwendinê kir. Bi bandora Samuel Taylor Coleridge dibistan terikand. Di sala 1792’yan de, di şirîkatiya bi navê East India Company  (Şirîkatiya Hinda Rojhilat)ê de dest bi kar kir, bi qasî 33 salan di wê derê de xebitî. Di sala 1798’an de, Lamb romansa xwe ya bi navê A Tale of Rosamund Gray  (Çîrvanoka Rosamund Gray) weşand. Her wiha, heman salê, bi Charles Llyod re hin helbest derxistin. Charles, ji bo ku debara xwe bike, ji rojnameyên Londonê re bend şandin û çend jî lîstikên şanoyê nivîsandin. Bi dû ceribandinên cihê yên wêjeyî re, Charles û xwîşka wî, Maryyê bi hev re, di sala 1802’yan de, Tales from Shakespeare  (Çîrvanokên Ji Shakespeare) weşandin. Di sala 1808’an de, Lamb The Adventures of Ulysses  (Serpêhatiyên Ulysses) nivîsand. Her wiha, di sala 1808’an de, dest pê kir antolojiya bi navê Specimens of the English Dramatic Poets Who Lived about the Time of Shakespeare  (Nimûneyên Helbestkarên Dramatîk ên Li Derdora Serdema Shakespeare Jiyayî) amade bike. Lambê rexnegir bi dû re ceribanên wekî On the Genius and Character of Hogarth  (Li Ser Jîrî û Qerektera Hogarth) û On the Tragedies of Shakespeare  (Li Ser Tragedyayên Shakespeare) nivîsandin.  Lamb, 1820’î wan çaxan, rêzek ceribanên xwe, di London Magazine ê de, bi zêdenavê Elia  da weşandin û pê gelekî popûler bû. Wî pîşeya xwe ya wêjeyî bi ceribana xwe ya bi navê The Last Essays of Elia  (Bendên Dawî yên Eliayê) bi dawî kir. Charles Lamb, 27’ê Berfanbara 1834’an, li Edmontona Londonê mir.

 

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.

CHARLES LAMB - Yazarın Kitapları

 - 
0
Kapat