Di 1890’î de li Gorîsê ji dêya xwe bûye. Wî di zarotîya xwe de kesîbî derbas kiriye. Di 1905’an de li mekteba gund dest bi xwendinê kiriye. Wextekê bi şûn de xwendina xwe kuta kiriye û diçe Çêmaranê (Çêmeran: mektebek bû li Dêrê, ya tewre bilind di nava Ermenîyan de, berî înqilabê). Di 1917’an de xwendina xwe li vê derê jî kuta kiriye. Di 1915’an de gotareke li ser mezinê Gorîsê dinivîse, li ser wê yekê 34 rojan tê girtin û paşê wî dişînin gundê Lorê wekî dersdarîyê bike. Cara ewil bi vî awayî gund dibîne û hema ji wê yekê jî kareke mezin hildide, gundiyan nas dike, guh li wan dike û ev qinyat dibe rikinê nivîsara wî.

Di 1911’an de çîrokeke bi “Merivê heqmaq” di rojnameya “Axbyûr”ê de diweşîne. Gelek kitêbên wî neşir bûne, ji yên eyan ev in: “Mîr hav”, “Sabû”, “Alpyakan Manûşek”, “Hovnatan Març”, Mitnadzor”, “Spîtak dzîn”, “Sêv tsêlêrî sêrmnatsan” û yên mayîn.

Kommûnîst bûye. Nivîsarên Bakûnts li zimanê Ûrisî, Ûkraynkî, Gurckî, Tirkî û Kurmancî hatine wergerandin.

AKSEL BAKUNTS - Yazarın Kitapları

Kapat