WILLIAM BLAKE

Helbestkar, nîgarkêş, pêşbînê mistîk, anarşîst û şoreşgerê Îngilîz ê serdema romantîk. Blake, di 28’ê Sermaweza 1757’an de, li Londonê ji dayîk bû. Kurê malbateke Xirîstiyan bû, ya ku ne bergirtî bû. Pêşbîniya wî di çaxa zarokatiyê de dest pê kiriye,  hê di heşt saliya xwe wan çaxan de bûye, dema ku gotiye, “Min darek dît, li ser sêrî tijî melek bûn.”

Hê biçûk bûye, bi kopîkirina sûret û nîgarên kevin ve dest bi nîgarkêşiyê kiriye. Ji ber vê mereqa wî, malbatê ew şandiye dibistaneke ku dersên nîgarkêşiyê didan. Blake paşê di jiyana xwe ya helbestkariyê gişî de ji bo gelek helbestên xwe nîgar çêkirine, ku ev berhemên wî yên dîtbarî gelekî hêja ne û wekî berhemên hunerî di mûzexaneyên cîhanê de têne parastin.

Blake, digel Xirîstiyaniya xwe, yekî şoreşger û anarşîst bû, heta mirov dikare bibêje ku wekî Tolstoy anarşîstekî Xirîstiyan bû. Dibe ku erê, dibe ku na, lê wî di hemû temenê xwe de xwe ji civatên wêje û nîgarkêşiyê yên bilind dûr girt, çawa ku bi temenê xwe pê ve helbesteke dûrî rewacê ‘qewart’, wisa jî bi çêkirina grawûr û nîgarên xwe berdewam bû, bi her awayî li dijî hemû otorîte û rayedaran sekinî.

William Blakeê ku bi ‘fenera xwe ya tariyê’ hê jî riya me ronî dike, di 12’ê Gelawêja 1827’an de, li Londonê mir.


 

 

 

 

WILLIAM BLAKE - Yazarın Kitapları

1
Kapat