VEDAT TÜRKALİ

Di sala 1919'an de li Samsunê ji dîya xwe bû. Zanîngeha Stembol beşa Turkolojîyê qedand. Di sala 1951’ê de bi sûcdarkirina çalakiyên sîysî hate girtin. Ji alîyê dadgeha leşkeri ve bi neh salan hat cezakirin. Piştî heft salan bi şert hat berdan. Abdülkadir Pirhasan bi helbestên xwe yên ku bi dizî belav dikir di salên 1944-1950’yî de hat naskirin. Nivîsîna helbestan heya salên 1958’an ku dîsa di girtîgehê de bû domand. piştî girtîgehê li ser sinemayê xebitî. Li ser navê Vedat Türkali zêdeyî 40 senaryo nivîsî û derhênerîya sê fîlman kir. Keda wî ya li ser fîlman niha jî bi bîr tê. Di despêk û pêşketina Sînemaya Tirkî de cihekî wî yê girîng heye. Di beşa şanoyê de Pêlika 141’ê di sala 1970’yî de li Ankarayê, Dê Ev Mirî Rabe di sala 1976 an de li Stenbol hate lîstin. Divê Kat Şîn Bin di 1985 an de çap bû. Lîstika herî dawî ku nivîsîye jî Lîstikên Kevçîyan ên Şeytên e. Vedat Türkali rêveberî û endamtîya Sendîkaya Nivîskaran a Tirkîyê û Komeleya Aşîtîyê kir. Romana wî ya pêşî Rojekê Bi Tena Serê Xwe di 1974’an de çap bû. Ev romana bi taybetmendîyeke sînematokrafîk hûnandî ji alîyê hunerê û vegotinê ve deng veda. Di vê romanê de Türkali alozîyên berî darbeya leşkeri ya 1960’î bi monologên xurt vedibêje. Romana duyem Tarîya Hêşîn di 83’yan de çap bû. Ev romaneke reşbîn ya navbera rewşenbîran de ye û dîsa xwedî teşe û vegotineke xurt e. 1986’ê de Tirkîyeya Ku Jê Re Dibêjin Yeşilçam, di 1990’î de Mirineke Bi Tenê çap bû. Ev roman gelekî hat rexnekirin bi taybetî jî ji alîyê çepgiran ve. Di sala 1999’yan de piştî xebateke deh salan Bawerî çap bû, Romanên Winda (2004) Her çi qas romaneke evînî jî be bi pirsgirêka Kurd û Ermenîyan, bi rewşa civakî ya Tirkî girîngîya xwe dide hiskirin, Qahweya Şahidên Derewîn (2009 ), Qedîya Qedîya Neqedîya (2014) Romanên Vedat Türkal. yên dawî ne. Berhemên wî yên din: Helbestên Kevn, Stranên Nû (helbest,1979), Sê Fîlm Bi Carekê (senaryo,1979), Fîlmên Kevn (senaryo,1985), Ev Keştî Bi Ku De (Nivîs,  1985), Ji Bo Azadîyê Nivîsên Kurdî(1996), Heya Sax Bim (Nivîs, 1999), Komunîst  (Bîranîn, 2001), Hemû Nivîsên Wî Axaftinên Wî ( 2001)  Vedat Türkali bi senaryo, lîstik û romanên xwe bûye xwedîyê gelek xelatan. Lîstika Divê Kat Şîn Bin di 1970’yî de Xelata Lîstikê ya TRT yê, romana Rojekê Bi Tena Serê Xwe xelata yekemin a Pêşbirka Romanê ya Milliyet Yayınları û Xelata Romanê ya Orhan Kemal girt. Senaryoyên Ên di Tarîyê de şîyar Bûn (1965) û Bûka Bi Çarçefa Reş (1977) li Şahîya Fîlman ya Antalyayê hêjayî Xelata Senaryoya Herî Baş hatin dîtin. Dîsa fîlmên Bedrana,Çirava Tavî ku wî senaryoyên wan nivîsîbû Xelata Taybet a Sendîkayên Karkeran û Cidalc li Şahîya Fîlman ya Carlovy Vary girti. Vedat Türkali, bêyî ji bawerîya xwe ya komunîzmê û ji helwesta rewşenbîrîya xwe tiştek winda bike di 29 Tebax 2016’an de çû ser dilovaniya xwedê. Vî çendê dawîyê bêtir ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkîyê dengê xwe rakiribû.

VEDAT TÜRKALİ - Yazarın Kitapları

Kapat