SHERWOOD ANDERSON

Romannûs, kurteçîroknûs û helbestkarê Emerîkan Sherwood Anderson di 13’ê Rezbera 1876’an de li Camdena parêzgeha Ohioyê ji dayîk bûye. Bi temamî heft xwîşk û bira bûn, bi xwe yê sêyemîn bû. Anderson di şerê di salên 1898-1900’î yê di navbera Îspanya û Emerîkayê de bû leşker bû, lê tevî şer nebû. Di sala 1916’an de, romana wî ya pêşîn,  Windy McPherson’s Son (Kurê Windy McPhersonê) hate weşandin. Piştî sê salan jî, romana wî ya bi navê Marching Men (Xortên Bandoyê) hate weşandin. Yek ji berhemên wî yên navdar,  Dark Laughter (Hîkehîka Tarî) di sala 1925’an de hatiye weşandin.

Andersonê nivîskarê Emerîkan bi berhemên xwe û bi taybetî jî bi çîroknûsiya xwe ve kartêkeke hêjayî gotinê li ser nivîskarên ji nifşê li pey xwe yên wekî Ernest Hemingway, William Faulkner,  Thomas Wolfe, John Steinbeck û Erskine Caldwell kiriye. Wî di destpêka sedsala 20’an de çîrok û romanên der barê çîna jêrîn û navîn a Emerîkayê de, li ser mijarên gerdûnî her wekî tenêbûna kesan, nasnavê bi zimanekî sade û sivik nivîsî. Wî di warê kurteçîrok, roman, helbest û şanoyê de berhem nivîsîne. Mêrikê Lal berhema wî ya pêşîn e, ku bo Kurdî hatiye wergerandin.

Sherwood Anderson, di 8’ê Adara 1941’ê de, li Panamayê mir.

 

 

SHERWOOD ANDERSON - Yazarın Kitapları

Kapat