SEYDA PERİNÇEK

Bi eslê xwe ji Colemêrgê, ji gundê Xanê ye, lê demeke dirêj e li Dêrika Çiyayê Maziyê bi cî bûne. Di sala 1978’an de, li Dêrika Çiyayê Maziyê ji dayîk bûye û ji zarokatiya xwe de ye xerîkî huner û muzîkê ye. Ji bilî xebatên muzîkjeniyê,  bi wêjeyê û qunciknivîsan re jî têkildar e. Albûma wî ya bi navê Tu Wate yî ji aliyê Kom Muzîkê ve hate çapkirin. Perinçek zewicî ye û bavê du zarokan e. Niha jî li NÇM’ya Qoserê, bi karê xwe yê çand û hunerê berdewam e.

Qûtiya Dil pirtûka Perinçek a helbestan a pêşîn e.

SEYDA PERİNÇEK - Yazarın Kitapları

Kapat