ŞÊX M. EMÎN HEYDERÎ

Seyda Şêx Muhammed Emîn El Heyderi di sala 1927’a de (Rumi: 22 Şubat 1340) rojek duşemê banga limêja sibehê gundê Kalehê (Kalecik) ya Nisêbînê hatiye dinê. Gundê Kelehê navçeya Bunisran bi av, rez û baxçeyên xwe navdar e.

Bavê wî a’lim û şai’r ê bin av Edib Mele Ehmedê Heyderî ye. Mele Ehmedê Heyrerî bi xwe ji hêla Wan û Bazîdê je eşîra Asiyane. Li gor kesên k udi diema wî de jiyane, Mele Ehmed di edebiyat û ilmê tasawufê da û di ş’ir a diwanê da a’limekî zareza ye. Mele Ehmed xwedî berhemên bi kurmancî, wek Dîwana Qasîdeyan, Dîwana Aqîda Îmanê, Dîwana Manacata Heyderî û Purtukek li ser astroloji-feylosofî-psikolojî ye. Mele Ehmed piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, bi Sediqaya keça Seyda yê xwe Mele Eliyê Koçerê Hevêdî re dizewice û vê ji vê zewacê Seydayê Muhemmed Emîn El Heyderî dinê.

Seyda dersên xwe yên ilmî cara pêşîn ji bavê xwe digre û di 7 saliya xwe de Kur’an ê xitm dike.

Piştî bavê wî di sala 1937’a da wefat dike diya wî dişîune medreseya Şêx Ehmedê Xeznewî. Li ba Şêx Ehmedê Xeznewî û li medrese yên din ilmên dînî û tasawufê dixweyine. Şêx Mahsumê Xeznewi, Şêx Aladdinê Xeznewî Şêx Abdulrezakê Helêla û Şêx Aldulletifê Dâlinî çend ji Seyda yên wî ne. Destûra xwe ya ilmî ji xelîfê Şêx Ehmedê Xznewi, Şêx Abdurezzakê Helêla werdigire.

Medreseya Şêx ehmedê Xeznewî di jiyana Seyda da cihek girîng digre. Piştî temamkirina xwendina xew jî li wir dimîne û müderrîsî dike. Bi vê aweyê bi rêya hevdudîtinên bi a’limê hemdemê xwe ra xwe pêş ve dibe û i her tiştî girîngtir dibe xwedî dîdineke mutasawufî. Ev dîtina matasawuf di hemî jiyina wî da jê re buyê wek rêber.

Ji bilî xebatên xwe yên li medreseya Şêx Ehmedê Xeznewi, Seyda li gundên wek Kelehê, Bawernê, Tinatê Kastelunê, Salika, Girbeşkê meletiyê kiriye. Ji sala 1982’a heta wefata xwe 22’ye Gulana 2003) li gundê Bereketê yê Farqinê maye.

ŞÊX M. EMÎN HEYDERÎ - Yazarın Kitapları

Kapat