SELÎM BEREKAT

Helbestkar û romannivîsê Kurd ê Erebînivîs ê navdar e. Di sala 1951’ê de li gundê Mûsêsanayê yê bi ser bajarokê Amûdê ve ji dayîk bûye; zarokatîya xwe li gund bihurandiye, paşê tevî malbata xwe bar kiriye Qamişlokê. Di sala 1970’yî de, ji bo xwendina wêjeya Erebî berê xwe daye bajarê Şamê, lê bi tenê salekê li wir maye, pişt re berê xwe daye bajarê Beyrûtê û li wir pirtûka xwe ya yekem nivîsîye û weşandiye. Li gel helbestkar Mehmûd Derwêş karê rojnamegerîyê kiriye. Piştî qewimîna şer di navbera Libnan û Îsraîlê de û giranbûna şerê navxweyî,  Selîm Berekat di sala 1982’yan de tevî refên penaberên Filistînî diçe Qibrisê, di sala 1999’an de jî diçe Swêdê û niha li wir dijî. Ew nivîskarekî berhemdar e û berhemên wî xwedî asteke pir bilind in. Zimanê wî çetin û rewanbêj e; di vî warî de, wî gelek

peyvên Erebî yên mirî bi rewanbêjîyeke nedîtî vejîyandine. Di piranîya berhemên xwe de, wî jîyana gelê Kurd û êş û bobelatên vî gelî kirine mijar ji nivîsên xwe re. Şêwaza nivîsîna wî şêwazeke girêkdar û zehmet e, romanên wî giran in, di wan de nîgaşeke kûr û balkêş heye û ji ber vê yekê jî, xwîner li pêşberî berhemên wî mat û lawaz dimînin.  Berhemên wî hatine wergerandin bo gelek zimanên cîhanê û gelek lêkolîn û nirxandin li ser wan hatine nivîsîn. Berekat gelek xelat jî wergirtine.

SELÎM BEREKAT - Yazarın Kitapları

Kapat