Di sala 1930’î de li herêma Elegezê ya Ermenistanê ji dayîk bûye. Malbata wî ji Kurdên Êzîdî ye û ji eşîra Sipkî ne û di sedsala 19'an da ji ber êrîşên Osmanîyan ji Qersê koçber bûne çûne Ermenistanê.

Şekirê Xidoyê Miho di navbera salên 1948 û 1952’yan de di beşa dîrokê de xwendina zanîngehê qedand û bû bi mamosteyê dîrokê. Di sala 1994’an de li gel Prof. Lazarev. Prof. Hesretyan, Dr. Olga Îvanovna Jîgalîna û çend pisporên din Navenda Lêgerîna Kurdî li Moskovayê ava kir û bû berpirsiyarê vê navendê. Gelek xebatên akademîk kirine û gelek pirtûk û broşûr bi zimanê Rûsî û Kurdî derxistine.

Prof. Dr. Şekirê Xidoyê Miho di mêjûya 1.02.2007’an de li Moskovayê çûye ser dilovanîya xwe.

ŞEKIRÊ XIDOYÊ MIHO - Yazarın Kitapları

Kapat