SEÎD DEREŞÎ

Seîd Dêreşî, sala 1955’an, li gundê Dêreşê ji dayîk bûye. Dêreşê dikeve nava tixûbê qezaya Amêdîyê. Amêdîyê jî berê paytextê Mîrgeha Behdînan bû. Niha jî bajarê Amêdîyê di tixûbê parêzgeha Dihokê de ye li başûrê Kurdistanê. 

Wî sala 1976’an rêza danzdehan ji xwendinê bi dawî anîye. Sala 1982’yan, Kolêja Fiqih, Şerî’et û Vekolînên Îslamê, Zankoya Mustensirîyê, Bexda, li bajarê Necefê, li başûrê Îraqê bi dawî anîye.  Sala 1986’an, bûye endamê Yekîtîya Nivîskarên Îraqê.  Sala 1991’ê, bûye endamê Yekîtîya Nivîskarên Kurd. Piştî serhildanê, çend rolên rêveberîyê di Medyaya Kurdî de wergirtiye. Ji 1995’an û vir ve, li Elmanyayê xwecî ye.

Pirtûkên wî yên çap kirî:

  1. Qeftek Ji Hozanêt Nalbendî, Bexda, 1981
  2. Dîwana Feqîyê Teyran, (para yekê), Bexda, 1989
  3. Dîwana Wida’î, Berlîn, 2002, (Çapa duduyan jî: 2008, Dihok)
  4. Şevzengil, helbest, Dihok, 2002
  5. Dîwana Feqîyê Teyran, (tevberkar), Dihok, 2005
  6. Kelhên Ava, komeke vekolîn û tekstên klasîk, Dihok, 2005
  7. Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, wergera Mela Mehmûdê Bazîdî, Dihok, 2007 
  8. Dîwana Feqîyê Teyran, Dîwan, Lîs, Amed, 2021. (Çapa yekem: Lîs, 2011)

SEÎD DEREŞÎ - Yazarın Kitapları

Kapat