SARA TEASDALE

Helbestkara Emerîkan Sara Teasdale di 8’ê Gelawêja sala 1884’an de li bajarê St. Louisê yê ser bi parêzgeha Missouriyê ji dayîk bû. Wê li wir, li dibistaneke bi destê bapîrê T. S. Eliotê helbestkarê gewre hatî damezirandin dest bi xwendina xwe kir. Paşê wê jîyana xwe bêtir li bajarê New Yorkê derbas kir. Pirtûka wê ya helbestan a pêşîn Soneyên bo Duseê (1907) bû, lê berhema wê ya bi navê Helena Troyî (1911) nav û dengê wê li her derê belav kir, di pey vê berhemê re berhemên wê yên bi navên Çemên Berî Li Deryayê (1915), Stranên Evînî (1917), Pêt û Sî (1920) û Serfirazîya Seyr (1933) hatin weşandin. Teasdalea ku di 29’ê Rêbendana sala 1933’yan de li bajarê New Yorkê dermanên xewê xwarin û xwe kuşt, îro yek ji gewretirîn helbestkarên serdema xwe tê hesibandin.   

SARA TEASDALE - Yazarın Kitapları

Kapat