SADIQ BAHAEDDÎN AMEDÎ

Di Gulana sala 1918’an de li bajarê Amêdiyê hatiye dinê û di 16’ê Hezîrana sala 1982’yan de li Bexdayê koçê dawiyê kiriye û ew li Amêdiyê sipartine axê. Wî dibistana seretayî li bajarê xwe xwendiye û pişt re li Mûsilê xwendina xwe domandiye û dawiyê jî di sala 1944’an de Beşa Mamostetiyê Ya Bilind a Zanîngeha Bexdayê xelas kiriye. Gelek salan li Bexdayê mamostetî kiriye û di ber vê re bi awayekî çalak di Korrî Zanayarî Kurd de jî xebitiye. Gelek berhemên wî yên hêja hene; Hozanvanêt Kurd, Gramera Sê Zimanî û ev berhema di destê we de ya bi navê “Folklorê Kurdî”, çend ji wan in.

SADIQ BAHAEDDÎN AMEDÎ - Yazarın Kitapları

Kapat