Di 1972’yan de li navçeya Mêrdînê, li Qoserê tê dinyê. Di sala 1986 - 87’an de dest bi nivîsandinê dike û li gel helbest, çîrok, pêkenî, ferheng û gotarên xwe; hin berhemên folklorî jî berhev dike û dinivîsîne.

Di sala 1988’an de li Stenbol bi cih dibe. Li gel kar û xebatên xwe, dest bi muzîka Kurdî dike û stranan jî dinivîsîne. Di sala 1992’an de bi derhênerîya Yusuf Roman, di albuma “Koma Gelîyê Zîlan” ya bi navê “Dayika delal” de bi sê stranên xwe cih digire.

Di sala 2000’an de, dest bi şêwekarîya pênûsa risas dike û bi tevahî sê pêşangehên kesane ku ji xêz û karîkaturan pêk tên vedike. Wenda, xebatên xwe li ser çand û hunera Kurdî didomîne.

 

Berhemên wî:

Wek ku venivîsîye, K.Kultur, 2013

Ristên Baranê, Lîs, 2021

ROJAR WENDA - Yazarın Kitapları

Kapat