REŞÎDÊ KURD

Sala 1910’an li gundê Rewşatê ê bi ser Dêrika Çîyayê Mazî ve hatiye dinyayê. Reşîdê Kurd xwendina xwe li gundê Dêrikê, Mêrdînê û salekê li Dibistana Konyayê dike. Sala 1930’yî berî qedandina xwendina xwe a mamostatîyê bi çend mehan tê girtin. Carekê ji girtîgehê direve lê dîsa tê girtin. Piştî gelek îşkence û lêdanê careke din ji girtîgehê direve û derbasî Binxetê (Sûrîyeyê) dibe. Ji ber tevgera wî Kurdayetîyê dewleta Sûrîyeyê jî wî gelek caran digire û îşkence dike. Reşîdê Kurd derbasî Iraqê dibe lê dewleta Iraqê wî radestî Sûrîyeyê dike û piştî îşkencekirinê sê salan di girtîgehê de dimîne. Sala 1963’an derbasî Libnanê dibe û sala 1964’an vedigere Sûrîyeyê û dîsa tê girtin. Sala 1967’an, Reşîdê Kurd diçe Yekîtîya Sovyetê. Li Yêrêvanê Kurdan dibîne da ku pirtûka xwe a rêzimanê û çend helbestan bide belavkirin, lê jê re li hev nayê ku armanca xwe bibe serî. Berî ku ew derbasî binxetê bibe li Bakur pirtûkeke rêzimanê nivîsandiye û wekî din gelek ji wan di girtîgehan de deh helbest çîrokeke kurt nivîsandiye.

Sala 1949’an di girtîgeha Tedmurê de nexweşîyek li kezeba wî dixe û hin bi hin nexweşîyê kezeba wî peritandiye. Sala 1967’an, ji bo dermankirina xwe, Reşîdê Kurd diçe Romanyayê, mehekê xwe derman dike, lê êdî bi ser xwe de nayê. Reşîdê Kurd 20’ê Çileya 1968’an çavên xwe dide hev.

Berhemên Wî Ên Ku Li Weşanxaneya Lîsê Çap Bûne

Kerwan, helbest & pexşan, 2023

REŞÎDÊ KURD - Yazarın Kitapları

1
Kapat