REFÎK HILMÎ

Refîq Hilmî. Di sala 1898’an di li Kerkûkê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya li Silêmanî û Bexdayê, ji bo xwendina xwe ya di Akademiya Eskerî û Zanîngeha Bilind a Teknîkî de diçe Stenbolê. Di esnayê Şerê Cîhanê yê Yekem de xwendina xwe temam dike û beriya Tevgera Şêx Mehmûd dest pê bike, vedigere Silêmaniyê û li wir rawêjkariya Şêx Mehmûd dike. Ew yek ji wan şahidê herî nêzîkê Tevgera Şêx Mahmûd e.

Refîq Hilmî, dîrokzan, nivîsar û siyasetmedarekî bi nav û deng ê Başûrê Kurdistanê ye. Ew di sala 1938’an de Partiya Hêwa dazimezrîne û dibe serokê wê. Wî gelek kitêb di derbare dîrok û zimanê Kurdî de nivîsandine.

Refiq Hilmî di serdema hukumdariya Şêx Mehmûd de, di rojnameya Rojî Kurdistan û rojnameya berdevkê hukumet Şêx Mehmûd, Bangî Kurdistanê de kar kiriye û di van her du rojnameyen de nivîsandiye.

Refîq Hilmî, rexnegirekî edebiyatê yê herî naskirî yê Başûrê Kurdistanê ye. Wekî li jorê gotin, damezrênerê Partîya Hêwa (1938) ya veşartî ye (îllegal) Ev partî pêşî li Kerkûkê te organîzekirin û pişt re belevî ciyên din ên Başûrê Kurdistanê dibe. Kesên rewşenbîr û karmendên Kurdistanê yên wî wextî di vê partiyê de cih girtine. Ev partî xwediyê programeke neteweyî da daxwaza serxwebûniya Kurdistana Iraqê bûye. Piraniye endamên xê xwediyê bîr û baweriya çep bûne.

REFÎK HILMÎ - Yazarın Kitapları

Kapat