ORHAN PAMUK

Di sala 1952’yan de li Stenbolê ji dayîk bû. Piranîya jîyana xwe li vî bajarê ku di gelekên pirtûkên wî de bû kanîya cihûwarên sereke, li semta wê Nişantaşıyê,  devera ku di pirtûkên xwe yên wekî Cevdet Bey ve Oğulları, Kara Kitap û İstanbul: Hatıralar ve Şehir de behsa wê kiriye, di avahîya malbata xwe de, derbas kir. Sê salan li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Beşê Mîmarîyê (Avahîsazîyê) xwend û dûv re dev jê berda, ji bo ku xwe leşkerîya mecbûrî bihêvişîne, xwe li Zankoya Rojnamegerîyê ya Zanîngeha Stenbolê tomar kir û ev beş kuta kir. Orhan Pamuk, mîna ku di pirtûka xwe İstanbul: Hatıralar ve Şehir de vedibêje, heta bîstsalîya xwe her xwest ku bibe risamek (nîgarkêşek), lê di pey re hizira xwe guhert û biryar da ku bibe romannûsek. Romana xwe ya pêşîn Cevdet Bey ve Oğulları, di gel ku di 1979’an de xelata yekem a Pêşbazîya Romanê ya Weşanên Milliyetê kar kir û wan soz dayê ku dê were weşandin jî, ancax wî dikarî di sala 1982’yan de bide çapkirin û piştî wê bi salekê bi vê romanê Xelata Orhan Kemal kar kir. Romana wî ya din a di heman salê de derket, Sessiz Ev, hem li Tirkîyeyê hem li Franseyê xelat wergirtin. Bi romana xwe ya dîrokî, Beyaz Kale (Keleha Spî), ku hem li nav welêt hem li xerîbistanê navûdengê wî hîn bêtir belav kir û rojnameya New York Timesê ew bi gotina “Stêrek li Rojhilatê bilind bû” pêşwazî kir, ji bo gelek zimanên cîhanê hate wergerandin. Kara Kitap di sala 1990’î de çap bû û ji alîyê dewlemendî, tevlihevî, girîftî û rengînîya xwe ve li Tirkîyayê bû mijara gelek nîqaşan. Romana wî ya bi navê Benim Adım Kırmızı (Navê Min Sor e), 1998, hem bi çîroka xwe hem bi şêwaza xwe di romannûsîya Pamuk de bû lûtkeyek û gelekî hat ecibandin û li xerîbistanê xelatên mezin ên wekî IMPAC’ê wergirtin. Pamuk nivîs, gotar, rexne, hevpeyvîn û têbînîyên xwe yên wekî din ku ji xortanîya xwe de nivîsandibûn û hin ji wan di kovar û rojnameyan de weşandibûn,  li gel çîroka xwe ya dirêj a bi navê “Pencereden Bakmak”, di pirtûkekê, Öteki Renkler, de berhev kir û ew jî di 1998’an de da çapê. Di sala 2002’yan de romana wî ya bi navê Kar, ku meseleyên civakî, sîyasî yên welêt û evînîyên takekesî yên li Qersê rû didin vedibêje û di 2003yan de pirtûka wî ya bi navê İstanbul: Hatıralar ve Şehir,  ku behsa Stenbola kevn, mirovên wê û zarokatîya xwe dike, hatin weşandin. Orhan Pamuk di 2006’an de, ji bo ku “dema li ruhê melankolîk ê bajarê xwe digerîya sembolên nû peyda kirin ji bo levketin û levpiçikîna çandan”, Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt. Romana xwe ya bi navê Masumiyet Müzesi di 2008’an de derxist û muzexaneyeke bi heman navî, ku tiştên lehengên romanê û yên wê demê di xwe de dihewîne, li Stenolê vekir. Ji bilî romanên wî, pirtûkeke wî ya berhevoka nivîsan bi navê Manzaradan Parçalar, 2010, û yeke li ser romannûsîyê, ku ji şeş dersên li Zanîngeha Harvardê dabûn pêk dihat, bi navê Saf ve Düşünceli Romancı, 2011, li Tirkîyayê derketin.

ORHAN PAMUK - Yazarın Kitapları

Kapat