Edmund (bi Macarî Ödön) Josef von Horváth di 9’ê Berfanbara 1901’ê de wekî nûxurîyê malbateke Awusturyayî-Macarî li Rijekayê (îro di nav tixûbên Xirvatistanê de ye) ji dayîk bû. Di 1913’an de Horváth dest bi fêrbûna zimanê Almanî kir. Li Munîhê û Vîyanayê xwandina xwe domand û di 1919’an de serî li Zanîngeha Munîhê da. Li wir beşdarî waneyên derûnnasî, wêje, şano û hunerê bû. Horváth di 1920’an de dest bi nivîsandinê kir. Nivîsara wî ya ewil bi navê “Pirtûka Reqisê” li Munîhê wekî konser hate sererastkirin û di 1926’an de wekî şano hate ser dikê. Di sala 1929’an de dev ji endamtîya xwe ya dêra katolîk berda. Di sala 1931’ê de kartêkerîya berhemên wî gihîşt asta herî bilind û di nav derûdorên têkildar de hat nasîn. Di heman salê de ji bo xelata wêjeyê ya herî mezin a Kleistê wekî namzed hat nîşandan û bi berhema xwe ya “Çîrokên Ji Daristanên Vîyanayê” ev xelat bi dest xist. Dema 1933’yan de Hitler desthilatdarî bi dest xist, ew û malbata xwe koçber bûn û Almanya terk kir. Ji ber berhemên wî li Almanyayê dihatin qedexekirin û astengkirin, Horváth nikarîbû debara xwe ya rojane bike. Dema di 1937’an de romana xwe ya bi navê Jugend ohne Gott (Ciwanên Bêxwedê) weşand, serkeftineke mezin bi dest xist. Roman bo gelek zimanan hate wergerandin. Ji ber ku berhemên wî yên ji bo şanoyê hatibûn nivîsandin êdî li Almanyayê nedihatin lîstin, Horváth zehmetîyên aborî dikişandin. Pê re pê re, di sala 1938’an de berhemên wî di nav lîsteya “Berhemên Zîyandar û Bêkêr” de cih girt. Piştî ku Awusturya ji alîyê Hitler ve hat dagirkirin, Horváth neçar ma û ji welêt derket. Herî dawî li Parîsê bi cih bû. Yekê Tîrmehê di 1938’an de bi hevalekî xwe re rûnişt û li ser pirtûka xwe axivî. Wan dê fîlmek ji pirtûkê çêkiraya. Derket û di bin ewrên reş de meşîya, ji ber bahozê şaxek ji darekê qetîya û li serê wî ket û Horváth tavilê jîyana xwe ji dest da. Ew jî mîna gelek sirgûnî li mezelê Saint-Ouenê hat veşartin.