Sepetim (0) Toplam: 0,00

Yek ji wan rojhilatnas, zimannas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Yekîtiya Sovyetê yê sedsala 20’an e. Wî di derbarê ziman, dîroka etnîkî, folklor, erdnîgarî û gelek mijarên din ên Kurd û Kurdistanê de berhemên hêja li pê xwe hiştine.

Wî zimanê Îngilîzî, Elmanî, Fransizî, Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî dizanibû. Ji bo ew hînî za-ravayên Kurdî bibe, her sal tev li çalakiyên folklorî yên Kurdî bûye.

Ji sala 1928’an ve, çend salan di Enstîtuya Zimanên Rojhilatê yên Zindî de, dersên zimanê Kurdî dane.

Di çûna xwe ya di sala 1931’ê de ya li Qerebaxê û nasîna wî bi Kurdên Laçînê û Kelbecarê (Komara Otonom ya Kurdistana Sor li Azerbaycana Sovyetê) re çêbûne û ew bûne bingehê xebata wî ya zanyarî.

 

Di sala 1934’an de, beşdarî Kongreya Kurdzaniyê ya Pêşîn ya li Êrîvanê bûye û ji bo yekîtiya zimanê Kurdî pêşniyar kirine.

Wî nimûneyên foklorî yên Kurdî, wekî nimûne, strana di der barê Bûdyonnî de berhev kirine. Ev stran di sala 1927’an de ji devê kurdekî ji Wanê hatiye girtin. Wî destana Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye Rûsî û ew di sala 1938’an de di Berhevokê Çîrokên Gelên Rojhilatê de weşandiye.

Wî di derbarê dînê Êzdiyan de jî nivîsandiye û di sala 1935’an û di Enstîtuya Ziman ya Akademiya Zanyarî ya Sovyetê de, çend mijarên di vî warî de yên wekî “Wariyanta Nû ya Duakirina Êzdiyan” û “Nivîsên di der heqê Afirandina Êzdiyan de” xwendine.

Wî gelek gotarên zanyarî yên wekî “N. Marr û Kurdistan”, “Nivîsên di der heqê Zimanê Kurdî de”, “Di der heqê Terma Gotina Kurdî de” û “Pirsa Miliyetê li Iraqê” nivîsandine.

Wî di eynî wextî de, di der barê florya, heywanên li Kurdistana Îranê, erdnîgarî û hewayê wê de materyal berhev kirine. Ji bilî van, wî bername û daxuyaniyên partiyên Kurd ên wekî Partiya Demokrat a Kurd a Iraqê –Hêwa, wergerandine bi ser zimanên biyanî.

Vilcheviskj, karê pedagojiyê jî kiriye. Çend salan di Zanîngeha Petersburgê û Enstîtuya Zimanên Rojhilatê de dersên zimanê Kurdî dane. Pişt re jî di der heqê dîroka Kurd û Kurdistanê de xwendiye.

Di esnayê Şerê Cîhanê yê Duduyan de, ew li Îranê di sefareta Yekîtiya Sovyetê ya Tewrîzê de, rawêjkerê Beşa Heftan ê Rêvebiriya Beşa Parastina Rojhilatê, di bin unvanê Kapiten (Neqîb) de kar kiriye. Di esnayê vê wezîfeya xwe de, peywendiyên wî yên baş bi rêvebirên Partiya Demokrat a Kurd a Iraqê –Hêwa, yên wekî Hemze Ebdullah, Mustefa Xoşnaw û Mîhrac Ehmed re hebûne. Di eynî wextî de bi rêvebirên Komeleya JÊKAFê re jî tê-kiliyên wî hebûne. Di resmî hevdîtinên wan bi sefareta Sovyetê ya Tewrîzê re, wezîfeya wergêrî ji aliyê O.L. Vilcheviskj ve hatiye kirin.

Xala herî girîng a kirinên vî zanyarê hêja, poşmanî û lixwerexnegirtina nêrînên xwe yên di der barê serîhildanên Kurdan ên di Kurdistana Tirkiyê de ye, nemaze ya di der barê serhildana sala 1925’an a Şêx Seîd de ye.

Wî di sala 1966’an de koça dawiyê kiriye.

Berhemên wî yên di derbarê Kurdan de gelek in. Ji wan a herî baş tê zanîn û bi nav û dengtirînê wan, ya bi navê “Kurd” e. Wî ew di sala 1960’an de bi Rûsî weşandiye.

Çend berhemên wî yên bi nav û deng ên din jî ev in:

- Materyalên Zimannasiyê Li Ser Dîroka Rêxistina Civakî Di Kurdistanê de.

- Kurdên Mukriyan.

- N. Marr û Kurdistan; Ziman û Jibîrkirin.

- Bîblîyografya Çapemeniya Kurdî.

 

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.
-
0
Kapat