O. HENRY

Yek ji navdartirîn nivîskarên kurteçîrokan ên Emerîkan. O Henryyê bi navê xwe yê di nasnameyê de William Sydney Porter, li şaroçkeya Greensboroyê ya bi ser Carolinaya Bakur ve, di 11’ê Rezbera 1862’yan de ji dayîk bû. O Henry, piştî ku li dibistana seretayî û navînî ya meta xwe Evelina Maria Porterê xwend, li Dibistana Amadeyiyê ya Lindsey Streetê bi xwendina xwe berdewam bû, pişt re, di sala 1881’ê de, wî wekî dermançêker bawername wergirt.

Wî di bîst saliya xwe de koçî Texasê kiriye û li wir di karen curecur de xebitiye. Piştî gendeliyeke di karê wî de, ji kar hatiye derxistin. Wî li bajarê ku çûyê ku lê bijî, li Houstonê, di rojnameya Postê de dest bi xebatê kir, lê ji ber doza ku lê hatibû vekirin, ji wir jî koçî Hondurasê kir. Ji ber ku ji dozê reviyabû, ji sê salan zêdetir ceza lê hate birrîn. Di vegera xwe de hat girtin û di Bendîxaneya Colombusê de hat ragirtin. Li wir jî, wî bi nasnavekî ku ji gardiyanekî bendîxaneyê girt kurteçîrok nivîsîn. Piştî ku O Henry ji bendîxaneyê derket, berê xwe da Pittsburgê.

O Henry, di sala 1902’yan de, li ser banga weşanxaneyê, li New Yorkê bi cî bû. Dema ku li wir bi cî bû, wî 381 kurteçîrok nivîsîn. Wî ji bo kovara bi navê New York World Sundayê her hefte çîrokek nivîsî. Çîrokên wî yên ku bi awayekî surprîzî bi encam dibin, ji aliyê xwendevanan ve gelekî hatine ecibandin. Ji ber zimanê xwe yê fesîh, pênûsa wî ya xweser û xwezayî, O Henry yek ji xurttirîn kurteçîroknûsên wêjeya Emerîkayê tê zanîn. Hemû berhemên wî wekî 10 cildên ku 600 kurteçîrokan li xwe digirin hatine çapkirin.

O Henry, di 5’ê Pûşpera sala 1910’an de, ji ber nexweşiyeke ku di kezeba wî de derket, koça xwe ya dawî kir.

Ev berhem a pêşîn e, ku ji kurteçîrokên bijarte yên O Henry, ji aliyê Sîdar Jîr ve bo Kurdî hatiye wergerandin.

O. HENRY - Yazarın Kitapları

Kapat