NGUGİ WA THIONG'O

Romanûs, çîroknûs û şanonamenûsê Kenyayî ye. Navê wî yê resen James Thiong’o Ngugi ye. Di 1938’an de li Limura, Kenyayê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe di beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî de li Zanîngeha Makerere, Kampala, Ugandayê û Zanîngeha Leedsê, Yokshire, Îngilîstanê xilas kir. Ji sala 1972’yan heta 1977’an serokê beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Naîrobîyê bû. Piştî ku di 1977’an de şanonameya wî Ngaahika Ndeenda (Dema Bixwazim Ez ê Bizewicim) hat lîstîn û ji alîyê gundî û karkeran ve gelekî hat ecibandin, bi hinceta ku propagandaya sîyasî kirîye, ji salekê zêdetir di girtîgehê de ma. Di girtîgehê de yekem romana xwe ya bi zimanê xwe Gĩkũyũ Caitaani mũtharaba-Inĩ (Îblîsê Di Çarmixê De) li ser kaxizê tuwaletê nivîsî. Di 1982’yan de ji ber zordarîya sîyasî ji Kenyayê çû û li Amerîkayê di gelek zanîngehan de ders da. Li zanîngeha Californiyayê profesorê Zimanê Îngilîzî û Wêjeya Berawirdî ye. Ji Almanya, Amerîka, Afrîka, Brîtanîya, Denmark û Zelandaya Nû 10 doktorayên fexrî wergirtine.

NGUGİ WA THIONG'O - Yazarın Kitapları

Kapat