MURATHAN MUNGAN

Di sala 21ê Avrêla sala 1955an de li Stenbolê ji dayik bû. Salên wî yên zarokatî û xortaniyê li Mêrdînê derbas bû. Li Zankoya Enqere, Fakûlteya Ziman-Dîrok û Cografyayê beşa Şanoyê qedand. Di heman beşê de ‘Master’ kir. Li Enqereyê di Şanoyên Dewletê de, li Stenoblê di Şanoyên Bajêr de wekî ‘Dramaturg’ xebitî. Di sala 1987an de, di rojnameya rojane ya ‘Söz’ ê de editoriya rûpela Çand û Hunerê kir. Yekem pirtûka wî ya vegotinê Paranın Cinleri (Cinên Perê) ku tevna wê bi temamî ji çîroka jiyana wî hatiye sazkirin, di sala 1997an de hatiye weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Metinler Kitabı (Pirtûka Metnan) ku bi ziman û tehmeke di navbera çîrok û helbestê de hatiye nivîsandin, di sala 1998an de hatiye weşandin.  Bijareyeke ji helbestên Mungan bi navê Li Rojhilatê Dilê Min di sala 1996an de bi kurdî hatiye weşandin. Mungan heta vê rojê gelek gotinên stranan nivîsandiye û pirî ji wan ji aliyê koma muzîkê “Yeni Türkü” ve hatiye bestekirin û gotin. Albûma wî ya bi navê Söz vermiş şarkılar (Kilamên qewldayî) ku ji aliyê stranbêj û komên girîng ên Tirkiyeyê ve hatine gotin û dikare wekî “tribute” were qebûlkirin, di sala 2004an de hatiye çapkirin. Di sala 2006an de, hemû gotinên stranan ku heya niha nivîsandine, bi heman navî daye hev û wekî pirtûk çap kiriye. Nivîs, helbest û pirtûkên Mungan, heta niha li zimanên wekî îngilîzî, elmanî, frensî, Îtalyanî, Swêdî, Norwecî, Yewnanî, Fînî, Boşnakî, Bulgarî, Farisî, Kurdî û li zimanê Holandî hatiye wergerandin û di kovar, rojname û antolojiyan de hatiye weşandin. Murathan Mungan ji sala 1985an bi vir de ye li Stenbolê dijî. 

 

MURATHAN MUNGAN - Yazarın Kitapları

Kapat