MIRAZÊ CEMAL (SÎPANÎ)

Sala 1945’an li gundê Qundexsazê (niha Rîya Teze) li herêma Elegezê yî berê (niha dikeve nava herêma Aragasotnê) hatiye dinyayê. Piştî temamkirina dibistana gundê xwe yî heyştsale a ku bi navê Emînê Evdal tê binavkirin, ew xwendina xwe çend salan di dibistana gundê Elegezê yî navîn de berdevam dike lê sala dawîyê xwendina xwe yî navîn î 11 salan li bajarê Gumrîyê bi dest tîne. Ji bo standina xwendina bilind ew naçe zankoyê, ji bo wê wateyê ku du xwişk û birayê wî sêwî dimînin, xwedîderketina wan dikeve ser milên wî. Zankoya wî odeyên Kurmancîyê bûn. Li kî derê şevên zivistanê yî dirêj kalên rîsipî yî zane yî çîrokbêj, oldarên Kurdên Êzdî yî zane ên qewl û beytbêj bûn berhev dibûn û dor bi dor hetanî berbangê zargotina Kurdî digotin. Hê di salên dibistanê de wî nasîya xwe dabû berhemên nivîskar û helbestvanên Rojhilatê û cîhanê yî herî zor î navdar. Bi her avayî wî nasîya xwe daye dîrok, çand û wêjeya Kurdî, ji sedsalên kevnar de bigirî hetanî rojên me yî îroyîn.

Mirazê Cemal di zarokîya xwe de sêwirandiye. Berî weşandinê, helbestên wî di rojname û kovaran de, ew di nava gel de belav dibin. Dibin kilamên govend û dîlanan. Gelek helbestên wî di pirtûkên almanaxa Bahara Teze û almanaxên netewên biyanî de ronayî dîtine. Helbestên wî wisa jî di pirtûkên dibistanan î dersan de û di kovara Dostanî, rojnemeyên Rya Teze, Mezopotamya, Zagros û kovar û rojnameyên li derveyî Ermenistanê; li Moskovayê û cîyên mayîn ronayî dîtine. Helbestên wî gelek caran bi radyoya Yêrêvanê yî beşa Kurdî û televîzyonên Kurdî yî Ewropayê hatine dayîn. Li ser tekstên helbestên wî hinek hozanên Kurd î navdar kilam sêwirandine û di cejnan de an jî di televîzyonan de distrên.Wî rêdaktorî, karektorî û wergera gelek gotar û pirtûkan kiriye.

Mirazê Cemal niha jî diafirîne, ew xebatkar û cabdarê rojnameya Kurdî a Rya Teze ye û endamê PÊN’a Kurd û Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê ye.

 

Berhema Wî a Ku Li Weşanxaneya Lîsê Çap Bûye

 

Keskesora Çîya, helbest, 2023

MIRAZÊ CEMAL (SÎPANÎ) - Yazarın Kitapları

Kapat