Di 1877’an de li maleke tucaran ji dêya xwe bûye. Zarotîya xwe li Agûlîsê derbas kiriye. Ewil li vir dest bi hînbûnê kiriye, paşê çûye Tîflîsê û li wê derê jî xwendiye.

Him nivîskar, him jî artîst bûye. Nivîsarên wî berî înqilabê û piştî înqilabê di gelek rojnameyan de hatine neşirkirin. Piştîî înqilabê çend serhatî û pîyes afirandine: “Jamanakakîts melodrama” (Mêlodrama niha), “Gortsadûl” (Şixulhiştin), “Mî glxakî patmûtyûn” (Serhatya kumekî), “Sev kaxak” (Bajarê reş), “Aşnan çançer” (Mêşêd paîzê) û yên din.

Çend serhatîyên wî li Ûrisî, Tirkî, Gurckî û Firansî hatine wergerandin.

Pîyêsên wî berî înqilabê û piştî înqilabê li şanoyan hatine lîstin. Di 1924’an de Merkez îcrakoma Ermenistanê ji bo xebata artîstîyê ya 30 salîyê eyd kiriye û navê artîstê sîyanet yê cumhûrîyetîyê lê kiriye. Di 1932’yan de wexta eyda 10 salîya şanoya Ermenistanê, bi nîşana sor ji alîyê Merkez îcrakoma Ermenistanê ve hatiye pêşkêşkirin.

MIKAYEL MANVELYAN - Yazarın Kitapları

Kapat