MIKAEL NIEMI

Romannûs û helbestkarê Swêdî yê bi binyata xwe ji aliyê dapîra xwe ve ji gelê Samî yê li cemseran, ji aliyê bavê xwe ve Fîniyê ji herêma Tornedalenê ya ku li Swêdê dûrtirîn devera bakurê Swêdê ye. Di 13’ê Gelawêja 1959’an de, li herêma Norrbottenê, li navçeyeke biçûk a bi navê Pajalayê ji dayîk bûye. Ev dever li ser tixûbê Swêd û Fînlandê ye. Herêm heta niha her li jêr desthilatdariya Swêdê maye.

Niemi hê di panzdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbest û kurteçîrokan kiriye, hê ji wê çaxê de bi xewna ku rojekê bibe nivîskar xwe gihandiye. Lê di vê riya wî ya afirîneriyê ya dirêj de, şûnşopên cîhana wî ya pirrçandî û herêma ku lê mezin bûye, taybetmendiyên civaka wî ya ku kêmareke bi eslê Fînlandî ye, navê zimanê wê jî Meänkieli ye, di berhemên wî de pirr diyar in.

Niemi piştî kutakirina lîseyê, li bajarê Luleåyê bi cî bûye, di warê karsaziyê de xebitiye, bi dû re jî di weşanxaneyeke biçûk de kar kiriye. Tevî hemû şert û mercên karine din ew bi nivîsandinê her berdewam bûye û pirtûka wî ya helbestan a pêşîn a bi navê Näsblod under högmässan (Xwînbûna Bêvilê Di Henga Ayîna Mezin De), paşê di sala 1989’an de, dîwana bi navê Änglar med mausergevär (Melekên Bi Mawîzer) û ya bi navê Med rötter här uppe (Tevî Reh û Rîşên Xwe Li Vir) weşiyane. Wî gelek berhem ji bo şanoyê jî nivîsandine.

Yekem romana wî, bi navê Blodsugarna (Yên Xwînmij) di sala 1997’an de çap bûye. Paşê wî bi dorê romanên bi navê Svålhålet (Kuna Reştarî û Teng), Kyrkdjävulen (Şeytanê Dêrê) û Mannen som dog som en lax (Mirovê Ku Mîna Masîxatûnkekê Mir) nivîsîn.

Lêbelê Niemi bi vê romana ku di destê we xwendevanan de ye, Populärmusik från Vittula (Ji Vittulayê Muzîka Populer, sala 2000’î) li Swêdê bahozeke wêjeyî rakir, bi sedan hezaran kesan ev roman xwend, sînemager Reza Bagher di sala 2004’an de filîma romanê kişand û roman heta niha bo 31 zimanên cîhanê hatiye wergerandin, Kurdî zimanê 32’yan e. Ev roman hêjayî xelata wêjeyî ya mezin a bi navê Augustê hate dîtin.

Niemi di çarçoveya projeya bi navê Citizens Without Boundaries (Hemwelatiyên Sînornenas) de, di 8’ê gulana 2007’an de, bû mêvanê Amedê û li gel helbestkar û weşangerê Kurd, Lal Laleş beşdarî bernameyekê bû, axaftinek kir.

Niemi niha li Pajalayê dimîne.

MIKAEL NIEMI - Yazarın Kitapları

Kapat