MIGIRDÎÇ ARMAN

Di 1906’an de li bajarê Lenînakanê (Gumrîya berê) ji dêya xwe bûye. Bavê wî berdestîyê dikana pirtî bûye, dêya wî terzîtî kiriye, pale bûye. Di 1914-1018’an de li s. Mektebê xwendîye. Paşê di gîmnazîya kuran de hîn bûye û ji wê şûn de, li dibistana Amerîkayê. Lê xwendina wî wekî xwendina dibistana heft salîyê bûye. 1930-32 s. Çûye Moskavayê, berê di têxnîkûmê de hîn bûye, paşê jî di kursên înstîtûta kînoyê de dest bi xwendinê kiriye.

Nivîsandina wî di 1923’yan de dest pê kiriye. Nivîsara wî ya ewilin bi ser navê “Andrkovkas” (Zakovkas) di rojnameya Lenînakanê de “Banvor” (Pale) neşir bûye.

Armen ji wê şûn de ji hin rojnameyên din re jî nivîsiye. Sifte dest bi nivîsara poêzîyê kiriye, lê paşê bi carekê ve dest bi nivîsara prozê dike. Têmayên wî ewil du par derheqa komsomola bûne, lê paşê derheqa gund de jî nivîsîye. Di 1935’an de kitêba wî ya bi navê “Heqînar ağbyûr” neşir bûye.

Çend nivîsarên wî li Ûrisî, Gurckî, Tirkî û Kurmancî hatine wergerandin. Wî bi xwe jî ji lîteratûrê Ûrisî hin berhem wergerandine Ermenkî.

MIGIRDÎÇ ARMAN - Yazarın Kitapları

Kapat