LUDVIG HOLBERG

Sala 1684’an li bajarê Bergenê ji dayîk bûye. Sala 1702’yan, ji bo xwendinê ew çûye Kopenhagênê. Paşê ew derketiye ger û geştê li seranserê Ewrûpayê. Di sala 1711’an de pirtûka wî ya yekem Dîroka Hukimetên Ewrûpayê hatiye çapkirin. Pirtûka nivîskarî Peder Paars di salên 1719-20’î de hate nivîsîn. Wî ji bo şanoya Danîmarkî ya yekem û ya li ser kolana Lille Grønnegadeê pirr komedî amade kirin. Yek ji wan komediyan bû Jeppe på bjerget (Jeppeyê Li Serê Çîyê), ku di sala 1722’yan de bo temaşevanan hate pêşkêşkirin. Sala 1730’yî, Ludvig Holberg bû profesorê dîrokê û sala 1732-35’an wî Dîroka Hukimeta Danîmarkê nivîsî. Nivîskarê binavûdeng der barê exlaq, şerefê û felsefeyê de pirr mereqa xwe hebû û

pirr difikirî. Her wiha di sala 1741’ê de, romana wî ya di wî warî de û ya fantastîk Niels Klims underjordiske rejse (Ger û Geşta Niels Klim a Li Binê Axê) hate çapkirin.  Ev berhem bi Latînî hatibû nivîsîn. Holberg bi dil û can hez dikir ku gel hîn bibe da ku fêrî fikirdarîyê bibe, bi xwe qencî û xerabîya xwe bizanibe. Nivîskêr di komedîyên xwe de henek û laqirdî li dijî dijminên xwe didane xebatê. Holberg di sala 1754’an de koça xwe ya dawîn kir. Wî mîrateyeke pirr dewlemend di warê wêjeyê û hindek warên din de li pey xwe hiştiye.

 

Berhema wî:

Jeppeyê Li Serê Çîyê, Şanoname, Weşanxaneya Lîsê, 201

 

LUDVIG HOLBERG - Yazarın Kitapları

Kapat