KERÎM HUSAMÎ

Sala 1926’an li gundê Beyramê ê Mahabadê hatiyevdinyayê. Piştî di sala 1942’yan de damezirandina Komeleya JîyanneweyêvKurdistanê (J.K) di nav rêzên xortan ên wê rêxistinê de dest bi xebatêvkiriye. Di sala 1954’an de ji ber xebatên xwe ên sîyasî ji alîyê rejîma şahva Îranê ve hatiye girtin û sê salan di zindanê de maye. Di sala 1960’î de jivbo xwendinê çûye Çekoslovakyayê, di sala 1964’an de çûye Bulgaristanê û li wir bi cî bûye. Di sala 1970’yî de vegerîyaye Kurdistanê û li wir bivEbdurrehman Qasimlo re Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji nû ve vejandiye. Di kongreya sêyem a PDK-Î’yê de, ku di 21.6.1971’an de pêk hatiye de, Husamî ji bo endamtîya polîtburoya PDK-Î’yê hatiye hilbijartin. Wî di sala 1984’an de dev ji partîyê berdaye û di sala 1986’an de wekî penaber li Stockholma paytexta Swêdê bi cî bûye. Wî 22 pirtûk nivîsandine û wergerandine. Bîranînên jîyana xwe a sîyasî û rewşenbîrî bi navê Le Bîrewerîyekanim di 11 cildan de berhev kirine û weşandine. Di 29’ê Çirîya Paşîn (meha 11’an) a sala 2001’ê de li Stockholmê koça dawîn kiriye û li wir jî hatiye veşartin.

KERÎM HUSAMÎ - Yazarın Kitapları

Kapat